Lîstokvana dawî ya Mîna Bayê Derbas bû jiyana xwe ji dest da

Lîstokvana dawî ya Mîna Bayê Derbas bû jiyana xwe ji dest da

Ann Rutherford a ku di yek ji filmên girîng ên dîroka sînemaya cîhanê “Mîna Bayê Derbas bû” de rola xwîşka biçûk a Scarlett O’Hara dileyîze di 94 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Hevala wê ya nêzîk Anne Jeffrey, ragihand ku Rutherford duh di demjimêrên danê sibê de li mala xwe ya li Beverly Hillsê çavê xwe li jiyanê girtiye.

Ev filma navdar di 1939’ê de hatibû kişandin û 10 xelatên Oscarê wergirtibû. Film 3 demjimêr û 44 deqeyan berdewam dike û heta wê rojê yekem filmê bi deng û ewqas dirêj bû.

Rutherforn di sala 2010 de hevpyevînek dabû rojnameya Los Angeles Timesê û dabû diyarkirin ku patronê şîrketa MGM Louis Mayer, destpêkê wê red kiriye, lê piştî ku ew têr giriye, ev rol dane wê.