Li Wanê dibistana perwerdeya bi Kurdî vebû

Li Wanê, Dibistana Seretayî ya Fatma Tokat a ku bi zimanê Kurdî wê perwerdeyê bide xwendekaran, vebû. Bang li malbatan hat kirin ku zarokên xwe bişînin vê dibistanê.

Li taxa Sixkê ya Wanê, KURDÎ-DER Şaxê Wanê û Mala Piştgiriya ji bo Perwerdeyê (MAPER) Dibistana Seretayî ya Fatma Tokat vekirin. Dibistana perwerdeya bi Kurdî, dest bi perwedeya zarokên 5-6 salî kir. Bang li malbatan hat kirin ku zarokên xwe bişînin vê dibistanê.

Dibistana seretayî hefteyê 5 rojan xizmeta perwerdeyê dide zarokan û deriyê wê ji zarokan re vekiriye. Hevserokê KURDÎ-DER'a Wanê Osman Koşût diyar kir ku ev dibistana duyemîn e ku li Wanê tê vekirin. Koşût, da zanîn ku ew wê di salên pêş de dibistanên din jî vekin. Koşût bal kişand ser girîngiya perwerdeya zimanê dayikê û wiha got; "Dibistan ji bo perwerdeya zarokan gelek girîng e. Zarok divê bi zimanê dayikê perwerde bibin da ku di hemû qadên jiyanê da pêş ve biçin. Ji bo bi zimanê xwe bifikirin divê bi zimanê xwe ve jî perwerdê bibîne." Koşût da zanîn ku bi zimanê dayîkê gava perwerde bê dîtin pişaftin wê demê zehmet e û wiha berdewam kir; "Desthilatdaran di mejiyên me de qereqolên xwe avakirine. Ew qereqol bi hişmendiya netewebûnê, bi hişmendiya zimanê têk diçe." 

Koşût der barê dibistanê de jî agahî dan û wiha got: "Dibistanên me ji sê polan ve pêk tê. Niha xebatên me li du taxan hene. Em niha bi 22 xwendekaran perwerdê dibînin. Zarokên taxên Şehît Firat û Bostanîçî tên dibistanê. Em ê di salên pêş de dibistanên xwe zêde bikin. Em ê di salên pêş de li her navçeyê dibistanan vekin. Gava derfetên me çêbûn em ê di her taxan de çêkin. Ji ber ku taxên me ji bo vê jî amade ne. Potansiyeleke mezin heye û me di xebatên xwe de jî ev dît. Niha em bingeha van xebatan diavêjin. Zarokên temenê wan 6 û 8 salî ne, li vir in. Dibistana seretayî ya pola yekem em didin. Polên din jî dema ku xebatên me pêşve çû em Wê lê zêde bikin. Heta lîseyê em dibêjin zarokên me perwerdê bibîne. Pîştî dibistana seretayî, bi nîvî zimanê tirkî û Ingîlîzî jî emê perwerdê bidin." 

'BILA MALBAT ZAROKÊN XWE BIŞÎNIN'

Malbata xwendekar Songul Aşkan jî diyar kir ku gelê kurd ji ber zimanê xwe gelek êş kişandiye û wiha got: "Ji bo Kurdistanê û şehîdên vê riyê em pir kêfxweş in ji bo ku zarokên xwe anîne dibistana zimanê kurdî. Ji bo ku zimanê me tine nebe em gelek keyfxweş bûn. Em dixwazin ku hemû dayîk jî zarokên xwe bişînin vê dibistanê. Ev zimanê me ye ku divê em tu caran zimanê xwe winda nekin. Zarokên me îro bi zimanê xwe neaxivin û nexwînin, dema ku mezin bûn nizanin ku zimanê kurdî heye."

'DEMA JIN HEZ BIKE, HER TIŞTÎ ÇARESER DIKE'

Aşkan di perwerdeya zimanê dayikê de bal kişand li ser rola dayikan û bi van gotinan dayik hişyar kir; "Çareserî jî divê ku dayik li mal jî bi zarokên xwe kurdî biaxivin. Pirsgirek hemû ya dayîkan e. Di demeke kurt da em bawer in herkes jî wê zarokên xwe bişîne dibistanê. Zimanê me gerek her daîm pêşvebe. Dema jin, dayik hez bike her tişti jî çareser dike. Jin bixwaze zimanê kurdî wenda nabe. Ji ber ku zarok her daîm li ber dayîkê ye. Dayik bixwaze, zarok zimanê xwe wenda nake. Gelek şehîden me hene ku ji bo zimanê xwe şehîd ketine. Em bi wan re serbilind in. Ji ber vê yekê divê em pêş ve bibin." 

'BAWERIYA ME BI DIBISTANÊN DEWLETÊ NAYÊ'

Malbatê xwendekar Fendî Ûgûrlû jî da zanîn ku beriya hefteyekê, polîsan gav avêt dibistana zarokan a li taxa Sixkê û got; "Baweriya me nayê ku em êdî zarokên xwe bişînin dibistanên dewletê." Ûgûrlû diyar kir ku vekirina dibistanê dereng ket û xwest li her derê dibistanên kurdî hebin. Ûgûrlû destnîşan kir ku îro ew pir kêfxweş in ku zarokên wan diçin dibistanên kurdî û wiha got; "Divê em li dibistanên xwe xwedî derkevin. Em li gel mamosteyên xwe û zarokên xwe ne û emê pistgiriyê jî bidin wan. 5 zarokên min hene û niha 3 zarokên min diçin dibistanên dewletê. Eger zûtir dibistan hatibûna vekirin min dê zarokên xwe yên din jî şandibûna dibistanên kurdî. Eger dibistanên din vebin ez jî wê biçim. Banga min ji bo hemû kesan heye ku zarokên xwe bişîne dibistana kurdî."