Li Viyanayê pêşbirka stranên Kurdî

Li Viyanayê pêşbirka stranên Kurdî

Tevgera Çandê yê ya Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) li paytexta Awusturya Viyanayê pêşbaziya stranên Kurdî li dar dixe.

Dê gelek kes ji bajarên cûda yên Awusturyayê dê beşdarî pêşbirkê bibin. Amadekariyên destpêkê yên pêşbaziyê ji 16’ê cotmehê ve dest pê kirin. pêşbirka stranên Kurdî dê di 1’ê berfanbarê (Kanûn) de li 21’emîn Sienmensstrasse ya Viyanayê bê lidarxistin.

TEV-ÇAND’ê der barê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku armanca wan ew e ku mûzîka Kurdî bi nifşê nû bidin hezkirin.

Xelatên di pêşbirkê de bêne qezençkirin, dê di pîrozbahiya Newroza 2013 ya li Viyanayê de bê dayin. Kesên ku bibin yekemîn dê tevlî bernameyên televîzyonê bibin. Kesên ku dixwazin dikarin heta 25’ê cotmehê serlêdan bikin. Hûn dikarin agahiyên zêdetir ji [email protected] bixwazin.