BI DÎMEN

Li Viyanayê civîna TEV-ÇAND'ê

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, civîna TEV-ÇAND'ê hat lidarxistin. Nûnerê TEV-ÇAND'ê yê Ewropayê Seyîdxan li vir axivî û bal kişand ser girîngiya hunera şoreşgerî.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, civîna TEV-ÇAND'ê hat lidarxistin. Nûnerê TEV-ÇAND'ê yê Ewropayê Seyîdxan li vir axivî û bal kişand ser girîngiya hunera şoreşgerî.

Civîna TEV-ÇAND'ê ya Viyana, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hunermendê di têkoşîna azadiyê de şehîd ketine destpê kir. Piştî destnîşankirina dîwan û rojevê, pêvajoya siyasî hat nirxandin.

Karê salekê yê TEV-ÇAND Viyanayê hat nirxandin û pirsgirêkên civakî û çandî hatin nîqaşkirin.

Di encama civînê de rêveberiyek ji 7 kesan a di dema pêş de li Viyanayê bixebite, hat diyarkirin.