Li Swêdê, têkoşîna ji bo parastina zimanê 3 hezar kesî

Alvdalska, ku li navçeya Alvdalen a herêma Dalarna ya li bakurê Swêdê 3 hezar kes pê daxivin, ji aliyê SIL International a li Dallasê ve, ku zimanan destnîşan dike, weke zimanekî hat qebûlkirin.

Di nirxandina SIL International de hat ragihandin, Alvdalska zimanekî xweser e û hikûmeta Swêdê ne ji ber sedemên zanistî, ji ber sedemên siyasî Alvdalska weke zimanekî qebûl nake.

Bi vî awayî, Alvdaleniyên ku bi dehan salan e hewl didin nîşan bidin ku zimanê wan zaraveykî Swêdî nîne, zimanekî cuda ye û divê di statuya zimanên hindikahiyan de be, ji hin aliyan ve bi ser ketine.

Alvdalenî, biryara SIL Internationalê, ji bo ziman weke ziman bên qebûlkirin, weke serketineke mezin dibînin. Û hêvîdar in hikûmeta Swêdê, Alvdalskayî weke zimanekî hindikahiyan nas bike.

FERHENG Û PIRTÛKÊN PERWERDEYÊ YÊN BI ZIMANÊ DAYIKÊ ÇAP KIRIN

Alvdaleniyan ji bo naskirina zimanê wan ê dayikê, di sala 1984'an de yekem komeleya ziman a Swêdê 'Ulum Dalska' ava kirin. Ev komele xwedî 2 hezar endaman e. Zimanê Facebookê yê malbata vê komeleyê jî, ku 3 hezar endamên xwe hene Alvdalskayî ye.

Komeleyê bi zimanê xwe ferheng pirtûkên li ser rastnivîsê û pirtûkên perwerdeyê yên li dibistan û zanîngehan dikarin werin bikaranîn çap kir. Ji bo Alvdalska weke zimanekî bê qebûlkirin, li Swêdê û Ewropayê xebitî.

Komele dibêje, zimanê il herêma Val d'Aran a Katalonyayê ji aliyê 4 hezar 700 kesî ve tê axaftin û zimanê li Cronwall a Îngilîstanê ji aliyê 500 kesî ve tê axaftin, xwedî statuya qanûnî ne û dixwazin hikûmeta Swêdê jî bide ser heman şopê û ji bo ewlekirina siberoja Alvdalskayî zimanê wan weke zimanê hindikahiyan qebûl bike.

Komîteya Pisporan a Konseya Ewropayê ya ji zimanan berpirsyar, di sala 2013'an de pêşniyar li hikûmeta Swêdê kiribû ku ji bo bê tepîtkirin Alvdalska zimanekî cuda ye yan na, komîsyonek serbixwe mijarê lêkolîn bike.

HIKÛMET DITIRSE KU NASKIRINA ALVDALSKA WÊ BANDORA DOMÎNO BIKE

Zanyarên ziman dibêjin, alvdalska ji bo weke zimanekî cuda bê qebûlkirin ji her alî ve guncaw e, lê belê hikûmeta Swêdê ya ji bandora domîno ya naskirina vî zimanî li ser zimanên gelên ditirse, ji bo bi rengekî fermî Alvdalska weke zimanekî nas neke, li ber xwe dide.

Yek ji kesên hewl da Alvdaska weke ziman bê qebûlkirin Profesor Lars Steensland da zanîn, ku SIL International ev biryara xwe li gorî daneyên zanistî daye û anî ziman, ev biryara saziyek ji aliyê ziman ve pispor e, ji bo siberoja Alvdalskayê gelekî girîng e.

HIKÛMETÊ 3 PÊŞNIYARNAME RED KIR

Henrîk Rosenkvîst ê li Beşa Zimanên Skadînavyayê ya li Zanîngeha Goteborgê doçen e, yek ji wan kesan e ku ji bo hikûmeta Swêdê Alvdalskayê weke zimanekî qebûl bike, têdikoşe. Rosenkvîst bibîr dixe, ji bo Alvdalska weke zimanê hindikahiyekê bê qebûlkirin sê pêşniyarname pêşkêşî parlamentê hatine kirin, lê hikûmeta Swêdê di vî warî de helwesteke neyînî nîşan daye.

Rosenkvîst ragihand, ji bo Alvdalska weke zimanekî bê qebûlkirin, hemû pîvanên zanistî hene û destnîşan kir, ji bo qebûlkirina vî zimanî pêwîstî bi zexteke xurt a raya giştî heye.

WÊ YEKEMÎN KREŞA BI ZIMANÊ ALVDALSKA BÊ VEKIRIN

Li navçeya Alvdalenê, wê di 1'ê Îlonê de kreşek ji bo zarokan a bi tenê bi zimanê Alvdalska lê tê axaftin were vekirin. Şaredarê Alvdalenê Peter Egardt da zanîn, eger ev ziman ji aliyê zarok û ciwanan ve neyê axaftin wê tine bibe, lewma ji bo pêşî li vê tinebûnê bigirin, wan biryar dane weke gava destpêkê kreşekê vekin.

...