Li Swêdê Kuluba Futbolê ya Botan bû şampiyon

Li Swêdê Kuluba Futbolê ya Botan bû şampiyon

Li bajarê Helsînborg a Swêdê sezona FF ya ku Kurdistanî ji lijneya wê re pêşengiyê dike bi serkeftinê encam bû. Maça ku roja înê pêk hat reqîbê xwe Helsînborg Cîty 5-3 têk bir û di koma xwe de bû şampiyon û çû lîga jor.

Kuluba Futbolê ya Botan îsal di meha adarê de ji aliyê lîstikvanên tîma Londskrona Bols û Helsînborg HIF ya berê ve hate avakirin. Suleyman Gultekîn û Orhan Yavuzkir ku ji avabûnê tîmê re pêşengî kir diyar kir ku wan ji DalKurd a kete lîga yekemîn ya herêma Dalarna ya kudi sala 2004’an de hata avakirin mînak girtine.

Ligel ku Kurditaniyan ji avakirina wê re pêşengî kiriye jî di tîmê de ji netewên cuda ciwan cih digirin. Botan FF ku 22 futbolîsên wê hene ligel 12 kurdan, ji welatên Bosna, Swêd û Ereb jî fûtbolvan hene. Hamît Kevcî serokatiya kulubê dike û teknîk dîrektorên wê jî Yaser Batak û Orhan Yavuzkir dike.

Botan FF ku ji aliyê kurdên Helsînborg û Landskrona ve piştgiriyê dibîne, ligel ku 6 meh berê hatiye avakirin jî bû şampiyonê herêma Skane û armanca rêveber û lîstikvanên wê eve ku tîma xwe bikevin lîga yekemîn.

Serokê Kulubê Hamît Kevcî diyar kir ku bi armanca ku balê bikişînin ser xweşikbûna xweza û sehildanên Botanê navê Botan FF dane tîma xwe û got armanca wan ew e ku bi têkoşîna ku li Kurdistanê tê dayîn re di nava piştevaniyê de bin.

Piştî maça ku şampiyonî anî, futbolîst û rêveberên tîma Botan FF bi hevre çûn Komeleya Jinan a Kurd ya Navneteweyî ya Helsînborg. Nûnerên Botan FF şampiyoniya xwe li vir pîroz kirin û rêveberên komeleyê ji mutbexa xwe xwarin îkramê wan kirin.

Kevcî ji ber piştgiya ku ji bo tîmê hatiye dayîn ji her kesî re spas kir û wiha got: “Ji bo tîma her sal pêngavekî pêşde biçe em têkoşîna xwe dê bidomînin. Em şampiyoniya xwe ya îsa diyariyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên şoreşê dikin.”