Li Swêdê konsera ji bo Amûdê

Ji komên naskirî yên Swêdê Falû Fredkor (Koroya Aştiyê ya Falû) ji bo piştgiriyê bide bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Borlange konserek lidar xist.

Konsera ku stranbêja Rojavayî Sûzana Barmanî jî lê amade bû, bi gotina stranek li ser têkoşîna mzuîsyenê Swêdî û şoreşger Jeo Hîll ê di 19'ê Mijdara 1915'an de li DYA bi gulereşandinê hat qetilkirin, destpê kir.

Di vê çalakiya çandî ya bi şiyara "Em bi hev re dikarin bibin gelek" de, Koroya Aştiyê ya Falû strana Ciwan Haco ya bi navê 'Diyarbekir' got. Hunermenda Rojavayî Sûzana Barmanî jî 4 stran got, ku 2 jê bi Kurdî, yek bi Ermenî û yek bi Erebî bû.

Strana endamên koroyê Lars Englûnd a bi navê "Em çekên hevalbendan naxwazin. Na, em dikarin aştiyê bêyî leşkerên we pêk bînin" a li dijî NATO'yê, cara yekemîn di konsera ji bo Amûdê de hat gotin.

Koroya Aştiyê ya Falû ku beriya niha bi 35 salan ava bû û bi qasî 40 hunermendên xwe hene, ji sala 1984'an û vir ve ji bo destekê bide gelên li dijî zextan têdikoşe, konseran dide. Koro, piştî stranên xwe yên li dijî polîtîkayên rejîma Apartheîd a li Başûrê Afrîkayê hat naskirin. Piştî ku rejîma nîjadperest hilweşiya, di sala 1997'an de çû Başûrê Afrîkayê û konser da. Di sala 1999'an de koro dema çû serdana Nelson Mandela, endamên koroyê û Mandela bi hev re stran gotin, dans kirin.

Di salên dawî de ji bo gelê Fîlîstînê li Swêd û Fîlîstînê konser lidar xist. Cara yekê ye ji bo Kurdistanê konsera piştgiriyê pêk tîne.

Şefê koroyê Lars Englûnd da xuyakirin, ku wan konsereke serketî pêk anîne û hemû hatineyên konserê wê ji bo alîkariya ji avakirina dibistaneke muzîkê li Amûdê, ji Rojava re bên şandin.