Li Stockholmê Mîhrîcana Çandê ya Kurd

Li Stockholmê Mîhrîcana Çandê ya Kurd

Konseya Kurd a Swêdê bi dirûşima ‘Heta azadbûna Rêber heta dawiyê berxwedan’ 16’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Îskandînavyayê dê 15’ê îonê li Stockholmê li taxa Solna pêk anî. Serkeftina gelê kurd ya Rojavayê Kurdistanê, berxwedana bê hempa ya Bakurê Kurdistanê û ketina hamleyeke nû di mîhrîcanê de bandara xwe da xuyakirin. Nêzî 6 hezar kurdistanî tevlî mîhrîcanê bûn. Alên PKK, Kurdistan, PJAK, wêneyên şehîdan û panqartên ku berxwedana berxwedana Bakur û Rojavayê Kurditanê silav dikin hatin daliqandin. Her wiha dirûşmeyên ‘Bijî Kurdistan’ û ‘Ji bo Ocalan Azadî’ hatin berzkirin.

Karwana ku ji bo azadiya Ocalan derketiye tura Ewropayê li bajarên Helsînborg, Goteborg, Gavle û Uppsala ya Swêdê gerîya, roja şemiyê çû Stokcholmê. Karwan ji aliyê hezaran kesî ve bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo, PKK, Gele gel li vire’ hate pêşwazîkirin.

Saet nêzî 17.00’an mîhrîcanê dest pê kir. Serokê KON-KURD Îsmet Kem axivî û geşedanên dawî yên li Tirkiye û Kurdistanê diqewimin vegot û der barê kampanyaya îmzeyan a ji aliyê Însiyatîfa Azadiya Ji bo Ocalan hatiye destpêkirin agahî da. Kem da zanîn ku dewleta Tirk bi şîdet, komkujî û zextan bersivê dide daxwazên kurdan û wiha got: “Li Kurdistanê li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê têkoşîn bilind dibe. Ev li Ewropayê jî wisa ye. Ji bo azadiya Ocalan kampan ya hate destpêkirin û kolan bi kolan mal bi mal îmze tê berhevkirin.”

Parlamentera partiya Center Abîr Al-Sahlanî da zanîn ku gelê kurd yek ji gelên herî mezin yê Ewropayê ye û têkoşîna wan bandoreke mezin li ser Rojhilata Navîn dike. Al-Sahlanî wiha pê de çû: “Dewletên ku kurd lê dijîn divê mafê gelê kurd bide. Lê dewleta tirk bi şîdet û girtinan bersivê dide daxwazên gelê kurd.” Al-SAhlanî bang li AKP’ê kir ku bila siyasetmedarên kurd bên berdan û axaftina xwe bi dirûşmeya ‘Bijî Kurdistana azad’ bi dawî kir.

Şaredarê Surê ya Amedê Abdullah Demîrbaş jî diyar kir ku zextên AKP’ê her diçe zêde dibe û got niha 7 hezar siyasetmedar girtîne û wiha got: “Girtiyên siyasî niha ji bo azadiya Ocalan grev dane destpêkirin. Di demên dawî de dewleta tirk din ava tirsê de ye. li hemberî têkoşîna gelê kurd niza çi bike. Çalakiyên me bi bombeyên gazî diçewisînin. Lê çi bikin dê gelê kurd stûyê netewîne. Erdogan ji parlamenterê me re dibêje ya biçin serê çiyê yan jî li Meclisê bimîne. Lê em meclisê ji te re nahêlin. Em li te bikin zindan. Em bi şev xewa we birevînin. Ev 30 sale ji bo têkoşîna gelê kurd tune bikin her cureyê polîtîkaya qirêj hatiye meşnadin. Lê divê AKP’ê dest ji van polîtîkayên xwe berde û pirgirêkê bi diyalogê çareser bike. Navnîşana çareseriyê jî Ocalan, PKK û BDP ye.”

Demîrbaş bal kişand ser zimanê kurdî ku kirine dersa hilbijarte û wiha got: “Kurdên piştgiriyê didin Erdogan divê helwesta Erdogan de hêviyê wan têk çûn. Ma tu ji xweda mezintirî tu zamên xweda daye bi du saetan sînor dikî. Zimanê kurdan nasnameya wan e. Ger nasname tune ziman jî tune. An tu dê zimanê wan nasnameya wan nas bikîn an jî dê tu bijîn. Kurd ne kurdên berê ne. Koletiyê qebûl nakin.” Demîrbaş got gelê kurd yê Rojava pêngav bi pêngav xweseriya demokratîk ava dikin.

Hevserokê PYD’ê Salîh Muslîm bi hevkariya lînkekî bang li Kurdistaniyan kir. Muslîm da zanîn ku gelê kurd ji bol i Rojavayê Kurdistanê xweseriya demokratîk ava bikin rabûne ser piyan û got li Rojhilata Navîn ya ku ji nû ve teşe digire bûne hêzeke bi bandor. Muslîm wiha got: “Gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ligel ku tu welatekî tehdît nake jî bi gelên ereb, tirk û ecem re di nava aştî û biratiyê de dijî, lê li dijî êrîşan jî dê bê bersiv nemînin.”

Klîbên ku ji axaftina Ocalan hatibûn amadekirin bi du televîzyonan hate nîşandan. Serokê KCK’ê Murat Karayilan jî bi rêya sînevîzyonekê bangî gelê kurd kir. Karayilan diyar kir ku berxwendana li dijî şerê kur dewleta tirk dimeşîne ketiye hamleyeke nû û banga xwedîderketina têkoşînê kir.

Hunermend Seyidxan, Alî Mansur, Erol Berxwedan, Chopy û Fidan bi stranên xwe gel coşand. Herî dawî jî Ciwan Haco derket ser dikê. Haco beriya stranên xwe pêşkêş bike diyar kir ku divê Ocalan û 8 hezar siyasetmedarên kurd serbest bên berdan.