BI DÎMEN

Li şaredariya Hambûrg-Altona aktivîteya zimanê dayikê

Bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Ziman Dayikê ya Cîhanê li şaredariya Hambûrg- Altona aktivîteyeke bi mijara ‘Nasname - ziman’ hat lidarxistin.

Bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Ziman Dayikê ya Cîhanê li şaredariya Hambûrg- Altona aktivîteyeke bi mijara ‘Nasname - ziman’ hat lidarxistin. Di aktivîteyê de bi dehan saziyan, bi zimanê xwe û çanda xwe vegotin. Li ser navê Kurdan jî endamên Komaleya Nujiyan ê kar û xebatên xwe di sîwana Meclîsa Jinan a Rojbîn de bi rê ve dibe û koma muzîkê ya Jiyan a Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hambûrgê beşdar bûn.

Însiyatîfa Ebeveyen a Navneteweyî ya Hambûrg, Komaleya Karsazan a Bê Sînor û Komaleya Mamostayên Tirk ên Hambûrgê cihê xwe di aktivîteya ku ji aliyê şaredariya Altona ve hat lidarxistin girtin. Pisporê zanistiya perwerdeyê Prfs. D.r Ûrsûla Neûmann axivî û bal kişand ku kesê zimanê dayikê baş bizanibe, dikare zimanekî biyanî bi awayekî hêsanî fêr bibe. Prfs. Dr. Neûmann ji beşdarvanan yek bi yek pirsa zimanê dayikên wan kir û di salona aktivîteyê de nêzî 30 zimanên cuda hat dîtin û weke dewlemendiyekê hat nirxandin.

Aktivîteya ku bi sedan kes beşdar bûyî de bername bi guhdarkirina koma muzîkê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hambûrgê bi dawî bû.

...