BI DÎMEN

Li şaredariya AKP’ê pêşîlêvkirina Kurdî ku tê de tîpên Q, W û X nîn in

Şaredariya Rihayê ya AKP’ê ji bo gundên navê wan bi Kurdî ne cih neda tîpên Q, W, X’yê

Polîtîkayên dijminane yên li dijî Kurdan û Kurdî yên rejîma AKP/Qesrê di hemû qadan de xwe nîşan dide. Piştî zexta endamên meclîsên yên DBP’yî yên li ser Şaredariya Rihayê ya AKP’ê ku dixwestin li cem navê wan ên Tirkî navên Kurdî jî werin danîn, bêyî Kurdî pêk hat. Şaredariya AKP’ê bi vê kirina xwe careke dî dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan û Kurdî dîsa nîşan da.

PÊŞÎLÊVEKIRINA KURDÎ A BÊ KURDÎ

Şaredariya Rihayê ya AKP’ê xwedê giravî ji bo ku nîşan bide wan pêşniyara ku li tabelayên navên gundan ên bi Tirkî navê Kurdî jî qebûl kirine, li şûna tîpên Kurdî tîpên Tirkî hatin danîn. Di tabêlayan de ku navên gundan bi Tirkî li ser hebûn, tîpên ku di navê orjînal de Q, W, X hebûn nehatin danîn.

TÎPÊN Q, W, X NEHATIN DÎTIN

Şaredariya AKP’ê navê gundê Xoxê weke ‘Hoh’’ navê ‘’Erex’’ê weke ‘’Arah’’, navê ‘’Qelxan’’ weke ‘’Kalkan’’ yê Qeremezra weke ‘’Keremezre’’ yê Xervanekê weke ‘Kervanek’ û danî û cih neda karekterên Kurdî yên weke Q, W, X û navê her gundî ku her yek jê bi serê xwe xwedî wateyekê ye ji sîsika wan ve guherand. Ev helwesta şaredariya AKP’ê ku cih neda tîpên Kurdî ji hêla gel ve hate şermezarkirin. Gel qebûl nekir ku qaşo li ser navê ‘pêşîlêvkirina Kurdî’ Kurdî bike Tirkî û xwest ku navê Kurdî yên orjînal bêyî ku guherînan bikin paş ve were danîn.