Li Rojava pêngava 'Li dibistanên xwe perwerdeya bi Kurdî bibînin'

Li Rojava pêngava 'Li dibistanên xwe perwerdeya bi Kurdî bibînin'

Saziya Zimanê Kurdî ya li Rojavahiyê Kurdistanê ya TEVDEM’ê (Tevgera Civaka Demokratîk) diyar kir ku di nava pergala Xweseriya DemoKratîk de, xweseriya xwe mîsogerkirin bi destxistina nasname û pêşxistina zimanê xwe yê dayîkê pêkane . TEVDEM’ê bang li hemû gelê Kurd kir ku tevlî pêngava “li dibistanên xwe perwerdeya bi zimanê xwe bibînin’ bibin.

TEVDEM’ê der barê girîngiya perwerdehiya zimanê dayikê de daxuyaniyek da û diyar kir ku di têkoşîna azadiya gelê Kurd de di destpêkê heta roja me îro serkeftinên gelek mezin çêbûne û wiha got: “ Weke em dizanin her serkeftinek bi berdêlên pir giranbiha ve pêk hatine. Beramberî qirkirina çandî û siyasetên qirkirin û tunekirina sedî salan bi navê parastina hebûn û nasnameya xwe gelê Kurd li her qadê Kurdistanê de têkoşînê dijwar meşandine. Li ser van bingehan li hember her rejîmên dagirker bi diruşmeya “ an azadî yan azadî” bûye xwediyê hêz û vîna tayînkirina pergal û civaka xweseriya demokratîk. “

SEBIR HETA CIHEKÎ YE

Saziya Ziman û Perwerdehiya Kurdî ya TEVDEM’ê destnîşan kir ku îro em jî di çarçoveya vê têkoşînê de beramberî bişaftin û xwe bişaftina her cure ya li ser gelan dixwazin bibin xwediyê helwesteke dîrokî. TEVDEM’ê diyar kir ku heta roja îro tu rejîmî mafê perwerde û jiyanê ya bi zimanê dayîkê nedaye gelê Kurd, lewra em dibêjin sebara me jî heta cîhekê heye.

BO NETEWAN HÊMANA BINGEHÎN ZIMAN E

Di berdewamiya wiha hate gotin: “Ji bo netewan hêmana bingehîn Zimanê wan e. Loma dagirkerên Kurdistan bi tundî li vê xalê xistiye. Di vê qonaxa dîrokî de erkê dikeve ser milê me û her welatparêzekî Kurd li vî nirxî xwedî derketine. Em bang hemû gelê xwe dikin tevlî pêngava ‘Li dibistanên xwe perwerdeya bi zimanê xwe bibînin’ bibin. Em ê vê pêngavê li dibistanên ku rejîma bi xwêdana gelê me çêkirine dest pê bikin. Em hêvîdar in her Kurdê ku dibeje ‘an azadî yan azadî’ zarok, jin, ciwan, dayîk û bav bi zimanê xwe bixwînin, binivisînin, baxivin, kar bikin, bifiroşin, bikirin û ya herî girîng jî bijîn. Ji ber em dizanin çand û exlaqa jiyanê jî li ser bingeha çand û zimanê dayîkê ava dibe. Hêmana sereke ya rêgeza welatparêziyê jî ev e. Ji bilî vê tu hêza siyasî, polîtîk, leşkerî û hwd. Nikare weke çand û ziman parastina civakî û nasname mîsoger bike.”

JI TEVLIBÛNA PÊVAJOYÊ BANG

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Di nava pergala xweseriya demokratîk de xweseriya xwe mîsogerkirin bi destxistina nasname û pêşxistina zimanê xwe yê dayîkê pêkane. Li ser van bingehan em bang li hemû gelê xwe yên li Rojava dikin da ku tevli vê pêvajoya desteserkirina dibistanên dewletê bibin. Em dest bidin hev serkeftina xwe ya çand, ziman, siyaset, perwerde, ragihandin û jiyana civaka exlaq û polîtîk mîsoger bikin. Ji bo vê jî beriya her tiştî perwerdeya bi zimanê dayîkê tê xwestin. Em di wê baweriyê de ne ku wê hemû gelê me li ser bingeha aştiyane û demokratîk tevli vê gavê bibin û serkeftina xwe bi zimanê xwe bixemilîne.”