Li Qersê lîstika 'Jan û Jiyan' hate nîşandan

Li Qersê lîstika 'Jan û Jiyan' hate nîşandan

Koma Roja Med a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Serhedê Roja Med li Navenda Hunerê ya QerSê şanoya bi navê “Jan û Jiyan” nîşan da.

Koma Roja Med a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Serhedê Roja Med li Navenda Hunerê ya Qersê şanoya bi navê “Jan û Jiyan” nîşan da û kêliyên xweş û geş bi temaşevanên xwe da jiyandin. Beriya pêşandana lîsitkê xelatên lîstikvan Asmin Arjîn û xwediyê Kupa Roja Amedê hat dayîn. Piştî xelatdayinê Koma Şano ya Roja Med a di bin baneyê Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê de lîstika “Jan û jiyan” dan pêşandan. Di lîstikê de pirsgirêka kurd hate ziman û li ser operasyonên siyasî û leşkerî jî rawestiyan. Lîstik ji aliyê temaşevanan ve rastî eleqeyek mezin hat.