Li Qamişlo perwerdeya bi kurdî dest pê dike

Li Qamişlo perwerdeya bi kurdî dest pê dike

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê roja yekşemê li dibistanên fermî perwerdeya bi zimanê kurdî dide destpêkirin.

Saziya Zimanê Kurdî ku ev nêzî 2 salan e li Rojavayê Kurdistanê xebatên ziman dimeşîne, piştî bajarên Efrîn, Kobanê, Amudê, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Girkê Legê bi bajarê Qamişlo ku wekî paytexta Rojavayê Kurdistanê tê zanîn jî, dê li dibistanên fermî dersên zimanê kurdî bide.

Li gorî vê yekê perwerde, wê roja yekşemê li dibistanên seretayî, navîn û amadeyî destpê bike. Li gorî bernameyê, li dibistanên seretayî hefteyê 5 rojan her rojê dersek zimanê kurdî dê bê dayîn . Li dibistanên din jî hefteyê 3 rojan dê her rojê saetekê ders bên dayîn.

Rêvebera SZK’ê Sozdar Cudî, têkildarî mijarê agahî dan û diyar kir ku wan beriya niha li bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê perwerde dabû destpêkirin, lê li Qamişloyê heta niha nehatiye destpêkirin û sedema wê jî wiha rave kir: “Qamişlo bajarekî ku xweseriya wî heye ye. Hinek pirsgirêk hebûn. Yek ji van amadekirina mamosteyan û pirtûkan bû. Ya din jî rewşa siyasî ya bajêr bû. Lewre perwerde hinekê bi derengî ket. Lê em niha amadene ku li Qamişlo dersên kurdî bidin.”

‘HINEK DERDORAN ASTENGÎ DERXISTIN’

Cudî, li ser astengiyên ku heta niha li pêşiya wan hatine derxistin jî rawestiya û ev tişt gotin: “Ji ber zîhniyeta şovenîst a rejîma Baas a li dijî ziman û helwestên hinek partiyên kurdan, me karê xwe bi rêkûpêk nemeşand. Li Girkê Legê, Dirbêsiyê hinek derdoran ku xwe di ser partiyan re dibînin, pêkutî dan ser mamosteyan û nehiştin ku dersan bidin.” Cudî, destnîşan kir ku ew ê di rojên pêş de, derbarê vê mijarê de daxuyaniyek berfireh bidin van derdoran ji raya giştî re aşkera bikin.