Li qada mihrîcana li Mannheimê lehiya mirovan

Li qada mihrîcana li Mannheimê lehiya mirovan

Mihrîcana 20’emîn a Çand Hunerê ya Kurdan a Navneteweyî li bajarê Mannheima Almanyayê dest pê kir. Bi sedhezaran kes beşdarî mihrîcanê bûn û gelek kes ji ber girseya zêde bi zorî ketin qada mihrîcanê

Kurdistaniyên li her çar aliyên Ewropayê bûn lehî û ber bi Mihrîcana 20’emîn a Çand Hunerê ya Kurdan a Navneteweyî li bajarê Mannheima Almanyayê ve herkîn.

Kurdistaniyên li welatên weke Almanya, Franse, Belçîka, Holanda, Swîsre û welatên Îskandinavyayê bi otobusan berê xwe dan bajarê Mannheima Almanyayê. Kurdistanî li Mannheimer Maimarktgelände a ku dê mihrîcan lê bê li dar xistin, bi kincên xwe yên neteweyî yên rengîn ve ji wesayîtan peya dibin û li ber dahol û zirneyan govend digerînin.

Mihrîcana bi dirûşima “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statu” di saetên danê nîvro de bi beşdariya sedhezaran dest pê kir. Her çendî bernameya fermî ya mihrîcanê dest pê kir, lê bi dehhezaran kes bi zorê xwe digihînin qada mihrîcanê.

‘EM ROJAVAYÊ KURDISTANÊ SILAV DIKIN’

Di qada mihrîcanê de pankarta mezin a “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statu” hate vkeirin, lê kêleka wê jî pankarta “Nasnameya Azad, Rêbertiya Azad , Xweseriya Demokratîk” hate vekirin. Di nava gel de pankartên “Em Şoreşa Rojavayê Kurdistanê Silav dikin”, “Şehîdên Qilabanê dê di têkoşîna me ya azadiyê de bijîn”, ji “Krîmînala jinan re na” bal kişandin ser xwe.

Berdevkê Komîteya Amadekar Yuksel Koç got ku mirhîcan ji bi qasî dihat hêvkirin tevlîbûn çêbûye. Koç da zanîn ku Kurdistaniyên li Ewropayê xwedî li destkeftiyên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê û hemleya Kurdan a li Colemêrg-Botanê xwedî derdikevin. Koç destnîşna kir ku azadiya gelê Kurd û azadiya Rêberê Gelê Kurd bûye yek û got ku gelê Kurd li Ewropayê azadiya Ocalan û statuya ji bo Kurdistanê dixwazin.

Mihrîcan ji aliyê Koma Zarokên Aram Tîgran ve hat vekirin. Li ber sîrûda Ey Reqîb ya ji aliyê koma zarokan ve hate gotin, ji bo kesên di têkoşîna azadiya Kurdistnaê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin.

CIWANÊN MEŞA DIRÊJ BI SÎRÛDA HERNE PÊŞ BANGA BERXWEDANÊ KIRIN

Serokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Tahir Kemalîzade dest bi axaftinê kir û banga yekitiya neteweyî kir. Di dema axaftina Kemalîzade berdewam dikir de meşvanên meşa dirêj a ciwanan gihişt cihê mihrîcanê. Ciwanên Kurd bi dirûşim û çepikan hatin ser dikê û peyama Komalên Ciwan hate xwendin. Komalên Ciwan di peyamê de banga berxwedanê li ciwanan kir. Ciwan bi sîrûda Herne Pêş ji dikê veqetiyan.

Piştre, sînevîzyona ji axafitnên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk dihat hat nîşandan. Li gel destpêkirina dirûşiman dengê dirûşiman gihişt ber asmînanan. Girseyê bênavber bi hev re dirûşima “Bijî Serok Apo,” “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bi Can, bi Xwîn, em bi Te re ne ey Serok” got. Di sînevîzyonê de cih dan axaftinên berê yên Ocalan, dîmenên Roboskiyê û xwepêşandanên gelê Kurdistanê

JI BO KAMPANYAYA “JI OCALAN RE AZADΔ ELEQEYEK MEZIN

Mihrîcana Kurdan bi coşek mezin berdewam dike. Bi dehan saziyên Kurdan stad vekirine. Di nava vana de yên herî balkêş konên Tev-Çand û Înîsiyatîfa Ji Ocalan re Azadî ne. Di van stadan de ji bo azadiya Ocalan îmze têne berhevkirin, ev kampanya li rastî eleqeyek mezin tê.