Li Parîsê Komeleya Çand û Hunerê ya Engîn Sîncer vebû

Li Parîsê Komeleya Çand û Hunerê ya Engîn Sîncer vebû

Kurdan li berbajara La Courneuve ya Parîsa paytexta Franseyê Komeleya Çand û Hunerê ya Engîn Sîncer vekirin. Di merasima vekirinê de bi sedan Kurdistanî amade bûn. Axaftina vekirinê ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurd ên Franseyê (FEYKA) Mehmet Ulker ve hate kirin. Piştî axaftinan komele bi fîtik û tililiyan hate vekirin.

Rêveberiya komeleyê li Komeleya Çand û Hunerê ya Engîn Sîncer li hev civiya û bal kişand ser grevên birçîbûnê ya girtiyên Kurd. Bang li her kesê hate kirin ku li hemberî çalakiya girtiyan hestyar bin û berxwedana girtiyan hate silavkirin.