Li Nisêbînê 5'emîn Şahiya Sînemayê destpê dike

Li Nisêbînê 5'emîn Şahiya Sînemayê destpê dike

5'emîn Şahiya Sînemayê ya ji aliyê Şaredariya Nisêbînê tê lidarxistin û dê heta mehekî bidome, destpê kir.

5'emîn Şahiya Sînemayê ya ku her sal ji aliyê Miduriyeta Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Nisêbînê tê lidarxistin, sibê destpê dike. Şahiya ku ji aliyê Navenda Çanda Mîtannî ya girêdayê Şaredariya Nisêbînê tê organîzekirin, dê di navbera 27'ê tebaxê û 30'ê îlonê were lidarxistin. Şahî îsal ji salên din cuda, li 5 perqên cuda û 3 bajarokên girêdayê Nisêbînê fîlm werin pêşkêşkirin.

Di şahiyê de 27 belgefîlmên demdirêj û fîlmên anîmasyon were pêşkêşkirin. Şahî dê sibê di demjimêrên 20.00'an li Perqa Mûsa Anter bi filmê "Gelecek Ûzûn Surer" destpê bike û heta 30'ê Îlonê bidome.