Li Nice eleqeya ji bo belgesela Sara

Belgesela SARA li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Nice hat nîşandan. Ji derhênerên belgeselê Delal Yildiz diyar kir, ku ew dixwazin Sakîne Cansiz bi raya giştî ya navneteweyî bidin naskirin.

Belgesela SARA li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Nice hat nîşandan. Ji derhênerên belgeselê Delal Yildiz diyar kir, ku ew dixwazin Sakîne Cansiz bi raya giştî ya navneteweyî bidin naskirin. 

Belgesela 'Sara-Jiyana min her şer bû" ya li ser jiyana ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, li Festîvala Derhênerên Fîlman a Navneteweyî (NICE International Film Festival) a li bajarê Fransa Nice tê lidarxistin, hat nîaşndan.

Festîvala ku 7'ê Gulanê destpê kir wê sibe biqede. Di çarçoveya festîvalê de belgesel û kurte fîlmên ji gelek welatan hatin nîşandan. Di vê çarçoveyê de belgesela Sara jî duh hat nîşandan. 

Fîlmê ku ji aliyê gelek mirovên biyanî ve hat temaşkirin, di beşên senaryoya herî baş, belgesela herî baş, belgesela herî baş a bi zimanê biyanî û belgesela herî baş a xweser, ji bo wergirtina xelatê namzet hat nîşandan. 

Belgesel wê li gelek festîvalên mîna Festîvalên Fîlman ên Barcelona, Madrîd û Doûarnenezê jî bê nîaşndan.

'ME XWEST SAKÎNE CANSIZ BI GELÊN CUDA BIDIN NASKIRIN'

Ji derhênerên fîlm Delal Yildiz ji ANF'ê re axivî û diyar kir, di vê festîvalê de gelek fîlmên ji Rojhilat Navîn û Awûstralyayê hatine nîşandan. Yildiz got, "Eleqeya ji bo festîvala me hat nîşandan, zêde bû." Yildiz da xuyakirin ku armanca wan danasîna Sakîne Cansiz ji bo gelên cuda û raya giştî ya navneteweyî ye û got, "Heta dawiya salê wê li gelek festîvalan bê nîşandan. Di vê festîvalê de di 4 beşan de ji bo wergirtina xelatê namzet hat nîşandan. Ji bo pêşbirkê em fîlm naşînin festîvalê. Ji bo me ya girîng, jîndarkirina Cansiz e."