Li Moskowê şeva danasîna çanda Kurdan

Li Moskowê şeva danasîna çanda Kurdan

Li paytexta Rûsya Moskowê şeva ku ji aliyê Organîzasyona Jinên Kurd VIYAN’ê li Mala Gel ya Moskowê hatî duristkirin, çand û wêjeya Kurd hate danasîn. Bi dehan kesên biyanî beşdarî şevê bûn. Di şeva şahiyê de ji hunermendên Rûs Orlov Fiyakovlovîç axaftinek kir û got: “Bi rastî şêweyê jiyanê, wêje û çanda Kurdan ez ji nava dilê xwe bandor kirim. Ez gotinekî nabînim ku bêjim, tenê bi hurmet li beramberî we xwe ditewînim.”

Li paytexta Rûsya Moskowê şeva ku ji aliyê Organîzasyona Jinên Kurd VIYAN’ê li Mala Gel ya Moskowê hatî duristkirin, çand û wêjeya Kurd hate danasîn. Bi dehan biyaniyên ku tevlî şeva şahiyê bûyîn, wêneyên li ser dîwaran, muzîkên li ser dikê dihatin strîn, zarokên li derdor di leyîstin bala herkesê dikişandin. Slayta ku di derbarê dîrok û jiyana kurdan de hatî amadekirin hate pêşandan. Her wiha bi şanoyekê dawetên kurdan jî hatin danasîn. Cilên herêmî yên Kurdistanê bi awayek defîle hatin pêşkêş kirin, her wiha cilên jinan yên herêmî bala mêvana pir kêşa. Piştî pêşkêşkirina cilên herêmî hunermenda deng Mîlazîme Îskonu derket ser dikê û mey lê xist dîmenên hestiyarî jiyanbûn.

Li ser navê kesên tevlî şeva danasîna çanda Kurd bûyîn hunermendê Rûs Orlov Fiyakovlovîç axaftine kir. Fiyakovlovîç got: “Ez di jiyana xwe de bihêsanî xurûş nagirim û tiştekê ku min bêxin nava mereqê çênebûne. Dema ku cara yekem ez hatim vir min temaşeyî çanda kurdan kir, min ji xwe re got ev çi tiştek acizkere. Lê dema ku min guhdarî van amêrên muzîkê kir, dema min temaşeyî şeklê van cilên herêmî kirin, dema min wêne û dîmenên li quncikên rojhilat dîtin, tiştekî ku ez di jiyana xwe de ji bîr nekim vê rojê min jiyan kir. Bi rastî şêweyê jiyanê, wêje û çanda Kurdan ez ji nava dilê xwe bandor kirim. Ez gotinekî nabînim ku bêjim, tenê bi hurmet li beramberî we xwe ditewînim.”

Şeva danasîna çanda Kurdan bi dayîna xwarînên Kurdewarî bi dawî bû.