Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li Londonê 3’yemîn Mîhrîcana Fîlman a Karkeran

Li Londonê 3’yemîn Mîhrîcana Fîlman a Karkeran

Li paytexta Îngîlîstan Londonê ev sê sal in Mîhrîcana Fîlman a Karekran ya Navnetewî tê lidarxistin û îsal jî di 15’ê hezîranê de perdeyên xwe vekir.

Starta mîhrîcanê li Salona Abney Halle a taxa Stoke Newîngton hate dayîn û mîhrîcan dê heta 24’ê hezîranê bidome.

Vekirina mîhrîcana fîlman bi klamên kurdî yên koma muzîka kurdî ‘Venge Dur’ dest pê kir. Piştî pêşkêşkirina mûzîkê der barê armaca mîhrîcanê û bernameyê de agahî hatin dayîn. Hate destnîşankirin ku ev 7 sal in li Tirkiyeyê mîhrîcana fîlman a karkeran tê pêk anîn û Londonê î ev 3 sal in pêk tê.

Di starta mîhrîcanê de fîlmê têkoşîna 187 karkên jin yên di fabrîkaya Ford otomobîl a Îngîlîstanê de dis ala 1968’an de dixebitin hate pêşkêşkirin. Fîlm ji aliyê temaşevanan ve rastî eleqeyeke mezin hat.

Der barê nirxandina fîlm de Hatîce Guden mafê axaftinê girt û li ser têkoşîna çîna karkeran a ku krîzê re pêş dikeve sekinin.