Li Kreşên li Swêdê Newroz hat pîrozkirin

Li navçeya Savedalen a li nêzî bajarê Goteborg ê Swêdê, zarokên li du kreşan Newroz bi hev re pîroz kirin.

Li gorî nûçeya di rojnameya Partîlle Tîdnîngenê ya herêmî de hat weşandin, 120 zarokên diçin kreşên Sotenas û Kallvagenê, tevî pedagog, mamoste û wezîfedarên li van kreşan, sala nû ya Kurdan Newroz pîroz kirin.

Di nûçeyê de hat ragihandin; li parkeke Sotenasê zarokan balon bi daran ve kirin, 3 findên mezin pêxistin. Zarokên Swêdî, Kurdistanî û ji neteweyên cuda di vê pîrozbahiyê de xelekek mezin çêkirin, dans kirin û stran gotin.

Wezîfedarê Kreşa Sotenasê Kurdistaniyê bi navê Namaz Îzza Alî yê bi kincê Kurdî tevlî bû, li ser wateya Newrozê ji bo Kurdan axivî. Ji wezîfedarên heman kreşê Charlotte Svedstam jî da xuyakirin, ku ji bo balê bikişînin ser sala nû ya Kurdan û Îraniyan wan pîrozbahiyeke bi vî rengî lidar xistine.

...