Li Kopenhagenê Festîvala Çandê ya Anatoliya Navîn hat lidarxistin

Kurdên li paytexta Danîmarka Kopenhagen û derdora wê dijîn, di Festîvala Çandê ya Anatoliya Navîn de li hev civiyan.

Festîval bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Danîmarka û Platforma Kurdên Anatoliya Navîn hat lidarxistin. 

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li vir axivî û rewşa dawî ya li Kurdistanê nirxand. 

Guven girtina Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek weke êrîşek li dijî tevahiya gelê Kurd bi nav kir û ev êrîş bi tundî şermezar kir. Guven bal kişand ser êrîşên qirkirinê yên li Sûr, Cizîr û çar aliyên Kurdistanê û bang li her kesî kir ku destekê bide projeya malbata bira ya Heyva Sor a Kurdistanê.

Qisekerên din ên festîvalê jî işaret bi girîngiya rêxistinbûyîna Kurdên Anatoliya Navîn kirin.

Di festîvalê de hunermendên Kurd ên ji Anatoliya Navîn Engîn Xelîkan, Osman Yilmaz, Newzat Tûnç, Mehmet Kuçukavci, Fahrî Dag, Hozan Miço, Hozan Fîgen, Ramazan Ekîcî, Bêrîvan Altanay, Sedal Gezen, Diyar Kalan û Ronas Efrîn derketin ser dikê. Koma Ciwanên Kurd jî bi govenda xwe reng dan festîvalê.