Li komeleya Zurîhê ji bo zarokan kursa Kurdî

Li komeleya Zurîhê ji bo zarokan kursa Kurdî

Li Komeleya Çandê ya Kurdan a bajarê Swîsre Zurîhê ji bo zarokên temenê wan di navbera 6-12 salan de kursa zimanê Kurdî hate vekirin.

Li Komeleya Çandê ya Kurdan a Zurîhê ji bo zarokan kursa perwerdehiya bi Kurdî dest pê kir. Komeleya Çandê ya Kurdan ji roja yekşemê ve ji bo zarokên 6-12 salî kursa bi Kurdî da destpêkirin.

Mamosteyê kursa bi armanca zarok hînî kurdiya akademîk bibin Hesen Huseyîn Deniz e. Kursa Kurdî dê her roja yekşemê saet di navbera 11.00-13.00 de bê dayin.

Organîzatorên kursê bang li malbatên Kurd ên li Zurîh û derdora wê kir ku zarokên xwe hînî ziman û çanda Kurdî bikin.