Li Iraqê bermayên dîrokê bi tunebûnê re rû bi rû ne

Li Iraqê bermayên dîrokê bi tunebûnê re rû bi rû ne

Li Iraqê mîmar û dîrokzanan bang li hikûmeta Iraqê kirin ku ji bo parastin û restorekirina berhemên dîrokî yên ku piştî şerê li welêt, hewl bidin.

Di konferansa dîrokê ya li paytexta Iraq Bexdayê hat lidarxistin de gelek zanyar û dîrokzan beşdar bûn. Di konferansê de ji hikûmetê hat xwestin ku divê ji bo parastin û restorekirina mîrasên dîrokî û çandî zêdetir hewl bide.

Mîmarê Iraqî Hişam ElMedfaî di daxuyaniya da de got ku her çendî wana gelek caran bangewazî kiriye, lê belê hikûmet tu eleqeyek nîşanî berhmayên dîrokî yên li Iraqê nedaye. Medfai diyar kir ku ji bo avahiyên dîrokê bêne restorkirin, divê hikûmet zêdetir alîkariya aborî bide.

Li gorî dîrokzanê Iraqê Selîm el Alusî jî li Iraqê hin berhemên kêm ên 1250 salî hene û got ku bi taybet li taxa Axerxufê bermayên dîrokî yên beriya desthilatiya Îslamê hene. Lê hikûmeta Iraqê heta niha jib o parastina van bermayan tu tiştek nekiriye.

Alusî diyar kir ku di dema monarşiya Iraqê de zêdetir girîngî didan ser berhemên dîrokî û destnîşan kir ku îro bi tu awayî hikûmet pêre mijûl nabe.

Di dema rejîma Seddam de, bermayên dîrokî bi qanûnên pir hişk dihatin parastin û kesê nedikarî qaçaxçîtiya van berheman bike. Lê piştî hilweşîna rejîmê ev berhemên dîrokî û avahî bi hilweşînê re rû bi rû ne.