Li Îngilîstanê Kuluba Fûtbolê ya Kurdan

Li Îngilîstanê Kuluba Fûtbolê ya Kurdan

Ciwanên Kurd ên li bajarê Brightona Îngliîstanê dijîn, bi armanca pêşxistina aktîvîteyên civakî dest bi fûtbolê kirin û piştre jî vê tîma fûtbolê Kluba sporê ya Sussex Med Football vekirin.

Ciwên Kurd nêzî salek e her hefte bi awayeke rêkûpêk li hev dicivih û xebatênx we yên fûtbolê berdewam dikin, bi alîkariya Sussex Kurdish Commnunity Kluba Sussex Med vekirin. Piraniya tîmê ji ciwanên Kurd ên ji Bakûr, Başûr û Rojavayê Kurdistanê, hin Îngilîz û yek jî ji Tûnisê pêk tê. Ev kluba sporê ji aliyê Kurdistaniyan ve bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Kurdistaniyên li derdora Brightonê piştgirî didin tîmê.

Xebatên amadekariyê yên ciwanên Kurd ji bo Lîga Sussex Sunday Football a ku bi beşdariya 65 tîman dê pêk bê berdewam dikin. Sekreterê Klubê Rêzan Baksî der barê mijarê de daxuyaniyek da ANF’ê û diyar kir ku ciwanên Kurdistanî dixwazin serkeftineke meizn bi dest bixin. Baksî ragihand ku her hefte ciwanên Kurd ji bo fûtbolê li hev diciviyan û nêrîna avakirina tîmê jî ya Cevat Baksî yê ku niha menejerê tîmê bûye. Baksî got; “Me ji Sussex Kurdish Community re behsa avakirina tîma xwe kir. Communty jî serlêdanên pêwîst kir û piştre me bi fermî Kuluba Sussex Med Footballê vekir.”

LOGOYA ALA KURDISTNAÊ LI SER

Baksî diyar kir ku wana navê Med, ji pêşiyên Kurdan Medan wergirtiye û got; “Me ala Kurdistanê ji xwe re weke logo destnîşan kir. Baksî got ku ew dixwazin bi awayeke herî baş weke ciwanên Kurd ên lI Brightonê Kurdistanê temsîl bikin.