Li Hesekê pirsgirêkên şanoya kurdî hatin nîqaşkirin

Li Hesekê pirsgirêkên şanoya kurdî hatin nîqaşkirin

Li bajarê Hesekê di semînera bi navê, “Kurd û şano, astengî û aso” de, pirsgirêkên şanoya kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê hatin nîqaşkirin.

Semîner ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurd ve li Navenda Çandê ya Cegerxwîn hate lidarxistin. Di semînera ku hinek rewşenbîr û şanohez beşdar bûn de Endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd Xoşnav Silêman û Îmran Yusif wekî axaftvan nêrînên anîn ziman. Îmran Yusif, di axaftina xwe de li ser astengiyên li pêşiya şanoya kurdî rawestiya û got divê li Rojavayê Kurdistanê xebatên şanoyê bêne pêşxistin.

Xoşnav Silêman jî, li ser tevgera şoreşgerî ya di warê şanoyê de li Rojavayê Kurdistanê rawestiya û hinek hewldanên hatine dayîn vegotin.

Semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.