Li Hesekê kampanyaya 'her malek dibistanek e'

Li Hesekê kampanyaya 'her malek dibistanek e'

Li bajarê Hesekê di çarçoveya xebatên zimanê kurdî de, kampanyaya “Her kurdek mamosteyek e, her malek dibistanek e” hate destpêkirin.

Li Hesekê di çarçoveya xebatên zimanê kurdî ku bi slogana “Bila kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê” tên meşandin de, kampanya hate destpêkirin. Kampanya ji aliyê Konfederasyona Xwendekarên Welatparêz ve bi dirûşima “Her kurdek mamosteyek e, her malek dibistanek e” tê meşandin. Di çarçoveya kampanyaya ku bi alîkariya Saziya Zimanê Kurdî (SZK) tê meşandin de, tê armanckirin ku ji dibistana seretayî heta heta zanîngehê hemû xwendekar zimanê kurdî fêr bibin.

Yek ji rêveberên Konfederasyona Xwendekaran Birahîm Hiso, derbarê kampanyayê de agahî dan û diyar kir ku kurdî yek ji zimanên herî kevnare ye, lewre divê bibe zimanê fermî û perwedeyê. Hiso, anî ziman ku wan jî bi vê armancê xebat dane destpêkirin û bang li hemû beşên civakê û bi taybetî li xwendekaran kir ku tevlî vê kampanyaya wan bibin.

Ji xwendekarên ku tevlî vê xebatê bûne Welît Nawaf ku bixwe ereb e jî diyar kir ku ew dixwaze zimanê kurdî bibe zimanê fermî da ku karibe bi hevalên xwe yên kurd de têkiliyek baş deyne. Xwendekarê bi navê Ebdila Nasir ku ew jî ereb e, got ku xurtbûna têkiliyên civakên cuda bi zimanan ve girêdayî, ziman çiqas baş bên zanîn dê ewqas têkilî jî zêde bibin û girîngiya perwerdeya kurdî anî ziman.

Xwendekarê zanîngehê Kadir Ebdulqadir ê kurd jî li ser girîngiya ziman rawestiya û bang li hemû xwendekaran kir ku tevlî kampanyayê bibin. Xwendekarê bi navê Xalid Şêxo jî got ku ew ji zûde dixwaze hînî zimanê xwe bibe û keyfxweşiya xwe anî ziman.

Doxtorê bi navê Faris Hemo jî, diyar kir ku ji bo Suriyeyek demokratîk pêdivî bi qebûlkirina cudahiyan heye, lewre divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. Hemo jî xwest ku hemû kurd û dostên wan piştgiriyê bidin vê xebatê.