Li Helebê navendên çanda Kurd û tevlîbûna jinan

Li Helebê navendên çanda Kurd û tevlîbûna jinan

Ligel destpêkirina raperînên li seranserê Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê Kurdan di her warî de rêxistina xwe xurt kir. Yek ji baskê vê rêxistinbûnê jî aliyê çandê ye. Li gel bajarên Rojavayê Kurdistanê Kurdan li bajarê Helebê jî xebatên çandî dimeşîne. Di van saziyên çandê de herî jin beşdar dibin.

Heleb, her çendî bajarek ê Sûriyeyê ye, lê di dîroka Kurdan de xwedî cihek taybet e. Bi taybet di çand û stranên Kurdî de gelek caran navê wê derbas dibe. Tê gotin ku piştî xelîfetiya Îslamê ket destê Selehedînê Eyûbî Kurd li Helebê bi cih bûn, lê dibe beriya wê jî bi sedan sal Kurd li vir bin. Lê hejmara Kurdan a li vir îro gihiştiye astek pir bilind, sedema vê jî polîtîkayên rejîma Baas a bi navê “Kembera Ereban e” ku di encamê de Kurd hatin koçberkirin û ereb li cihê wan hate bicihkirin.

Heleb, piştî paytexta Sûriye Şamê, bajarê herî mezin ê Sûriyeyê ye. Li vir nêzî 600 hezar Kurd dijîn. Kurdan li vir jî dest bi xebatên di her warî de kirine. Li navenda çandê ya Kurdan a Helebê, gelek xebatên di warê muzîk û folklorî de tên meşandin. Di vir de beşdarbûna jinan balê dikişîne ser xwe.

Navendên çandê yên ku ji aliyê Tevgera Civaka Demokratik (TEV-DEM) ya Rojava yê Kurdistanê vebûne, tê wateya pêvajoyek veguherinê mezin a li ser riya berxwedana gelê kurd li hemberî qirkirina ku hatiye ferzkirin.

NAVENDA CEMÎL HORO

Navanda Cemîl Horo li Helebê salek nîvek vebûye. Hema bêje, bajarê Helebê ku şêniyek zêde ya Kurdan lê dijî, di warê saziyên çandî de bi bajarên din re ketiye pêşbaziyê. Navenda çand û huner gelek beşên ku foklor û hurena kurdî di nava xwe de digire. Her kesên ku dixwazin xwe di nava çandê de bibîne û bi hêz bike û yê ku dixwaze stran beje, yç ku dixweze dîlan bigre, yên ku dixwaze wêneçêkirinê fêr bibe, li navendê fêr bibe.

Li ser giringiya parastina çanda gelêrî ya Kurdî Endama Rêxistina Yekitiya Star û Berpirsa Navenda Çandê Wehîde Efrinî dibêje: ‘’Çanda me ehlaq û berhemên ku bûne parçeyek ê jiyana me pêk tîne. Di heman demê de ew wateyeke ji pîvanê me ye, pêwiste em wan biparêzın û giringiyê bidin. Em em wê pêş bixin û bikin rêbazek a ji jiyana xwe.”

Di heman demê de Efrînî bal kişand li ser rola jinê di pêxistina çandê de û got; “Eger foklora me gihîştiye roja me ya îro, rûxmî ku foklora kurdî nehatiye nivisandin ev başî û qencî di vegere ji jinê re û bi taybet ji dayikê re. Çand gelek nêzî jinê ye, lê ya rastir jin bi keda xwe rolek baldar leyistiye, di zindîkirin û belavkirina çandê di civaka me de li ser her bostek axê, ji bo na wê pêwist dike rola xwe nîşand bike û cihek heqkirî bigre.”

Wehîde Efrînî bal kişand ser beşdariya jinan ji bo sazî û komeleyên çandê û got; “Gelek xebatkarên weke Soza û Yekta ên ku li Rojavayê Kurdistanê, kar kirine ji bo zindîkirina çanda me û foklora me û îro wan jiyana xwe ji dest dane, di riya avakirina welatek azad de, em ê ji keda wan hêz û vînê bigirin û ji bo temamkirina xeta wan têbikoşin. Îro ji em di navendê de jinan rêxistin dikin, di nava gelek beşan de rêxistin dikin, gelek komên stranan hene, weke koma Şehîd Berçem û em cihê xwe di nava komên dîlanê digirin, çi ji ciwan dibe, çi mezin be û çi zaroke be. Li vir rolek girîng a zarokan heye.”

Ji endamên navenda çandê Leyla Mistefa ku endama koma mûzîkê ya Koma Berçeme jî, diyar kir ku ev navend ji bo firsendeke û got ku deriyê navenda çand û folklora Kurdî ji bo her kesê vekirî ye. Leyla li ser xebatên xwe yên komê jî wiha got: “Koma me koma jinan e, gelek xebatên wê hene, hinek stranê wê ên xweser hene, di heman demê de niha li ser afirandina stranê nû dixebite.”