Li Helebê li dibistanên fermî dersên kurdî dê bên dayîn

Li Helebê li dibistanên fermî dersên kurdî dê bên dayîn

Li bajarê Helebê yê Sûriyeyê, di destpêka meha cotmehê de, dê li dibistanên fermî dersên kurdî bêne dayîn.

Piştî bajarên Rojavayê Kurdistanê li bajarên Sûriyeyê jî dest bi dayîna dersên kurdî hate kirin. Li bajarê Helebê ku hejmarek zêde kurd lê dijîn, ji ber şer û pevçûnên dijwar hîn dibistanên fermî dest bi perwerdehiyê nekirine, lê amadekariyên perwerdehiya bi kurdî bi her awayî didomin.

Li bajêr, li dibistanên taybet dersên zimanên kurdî tên dayîn. Li van dibistanan hem zarokên kurd fêrî kurdî dibin, hem jî mamoste ji bo dersdayînê, kurdî hîn dibin. Hate hînbûn ku dê di destpêka meha 10'an (Cotmeh) de, dibistanên fermî jî dest bi perwerdehiyê bikin û li van dibistanan dersên kurdî jî bêne dayîn. Di vê çarçoveyê de mamosteyên ku dê li dibistanên taxên kurdan dersan bidin amadekariyên xwe ber bi dawiyê ve dibin.

'EM JI BO PERWERDEHIYÊ AMADE NE'

Derbarê mijarê de Hevseroka Yekîtiya Mamosteyan a Helebê Gulîstan Seydo agahî dan û ev tişt gotin: "Piştî konferansa Yekîtiya Mamosteyan a li Helebê, me hewl da ku em mamosteyan bînin ba hev di vê çarçoveyê deme gelek civîn li dar xistin. Her wiha me ji bo wan perwerdehiya bi kurdî da destpêkirin û em gihîştina astekê. Niha em ji bo perwerdehiya li dibistanan amade ne."

Gulistan Seydo bal kişand ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê kurdî û got ku ev ji bo fêmkirina rola ziman, naskirina nasnameya xwe û dîrokê tiştekî jêveneger e. Seydo anî ziman ku ewê di destpêka meha pêş de li dibistanên fermî jî dest bi dayîna dersên zimanê kurdî bikin.