Li Hambûrgê Rojên Filmên Kurdan

Li Hambûrgê Rojên Filmên Kurdan

5’emîn Rojên Filmên Kurdan a Hamburgê îsal bi filmê ‘Toros Canavar’ (cinawirên Torosê) yê derhêner Firat Yavûz û “Lal Gece” (Şeva Lal) ya ku Îlyas Salman û Dîlan Aksut rola sereke dileyizîn, dest pê kir. Şahiya filman li Kino 3001 a li semta Sternschanze hat lidarxistin, ji ber eqeleya zêde cih teng bû.

Roja Filmên Kurdan bi guhdarkirina muzîkên Memo û Merdan dest pê kir. Ji Komîteya Amadekar nivîskar Anja Flach axaftina vekirnê kir û diyar kir ku ew dixwazin jiyan, çand, huner û Têkoşîna Azadiyê bidin naskirin. Anja Flach da zanîn ku ji ber wê jî ew dixwazin filmên ji aliyê derhênerên Kurd ve hatine kişandin, bi sînemahezan re parve bikin.

Di şahiya filman de axaftinên bi Kurdî û Almanî hatin kirin û gelek filmên nû yên derhênerên Kurd hatin nîşandan, her wiha gelek derhêner û lîstîkvan bi temaşevanan re sohbet kir.

Rojên Filmên Kurd bi filmê ‘Toros Canavari’ (cinawirên Torosê) yê derhêner Firat Yavûz û “Lal Gece” (Şeva Lal) ya ku Îlyas Salman û Dîlan Aksut rola sereke dileyizîn, dest pê kir.

Di çarçoveya şahiyê de, filma “Ez Firiyam Tu Ma li Cih” a derhêneriya wê Mizgîn Mujde dike, filma “Dayê Ez Nexweş im” a ku Hatîce Kamer, “Sînorê Şkestî” yê Keywan Kerîmî, “Press” a ku Sedat Yilmaz derhênertiya wê dike û belgewariya jiyana hozanê gel Silo Qiz ê li Dêrsimê dijî vedibêje û gelek filmên din dê bên nîşandan.