Li Girêmîra berxwedan bi stran û şanoyê hate slavkirin

Navneda Çanda Mezopotamya (NÇM) li taxa Girêmîra ya Nisêbînê ji bo meşvanên Botanê ku çalakiya wan bi biryara xwe dom dike, rêzeçalakiyekî hûnerî li darxist.

Li taxa Girêmîra ya Nisêbîna Mêrdînê çalakiya meşvanên Botanê bi hemû biryariya xwe didome. Ligel çalakiyê ji aliyê Navenda Çanda Mezopotamyayê ve bernameya hûnerî ji bo meşvanên Botanê hate li darxistin. Di bernameyê weparlementerên HDP’ê, rêveberên HDP û DBP’ê û bi hezaran çalakvan amade bûn. Bername ligel sirûda Ey Raqîp ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê rêzgirtin hate girtin.

Bername ewil ji bi lîstika bi navê “Berxwedana xweseriyê” ya ji aliyê Koma Şanoya Yekta ya Navenda Çanda Elî Temel a Qoserê ve hate pêşandan. Di lîstikê weîşaretî berxwedana gel a li hember êrîşên hêzên dewletê hate kirin û bi balkêşiyek mezin ji aliyê gel ve hate temaşekirin.

Piştî pêşandana şanoyê, Koma Welatê Rojê ya Navenda Med a Wêranşarê bi stranên şoreş û berxwedanê gel coşand. Bername bi stranên Hûnermend Zekî yê NÇM’ê dom kir. Bername bi sitrîna Hûnermend Seyda Perînçek û coşandina gel bi dawî bû.