Li Geverê amadekariyên mîhrîcanê

Li Geverê amadekariyên mîhrîcanê

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê amadekariyên Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Cîloyê ya ji aliyê Şaredariya Geverê ve tê lidarxistin destpê kirin.

3'mîn Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Cîloyê ya ji aliyê Şaredariya Geverê ve tê lidarxistin dê îsal bi slogana "Huner Lêgerina Heqiqetê ye" pêk bê û amadekariyên mîhrîcanê destpê kirin. Ji bo mîhrîcana dê di 8 û 9'ê îlonê de pêk bê qada gundê Dirbêsan yê bajaroja Bajêrgehê hate hilbijartin. Mîhrîcan dê bi meşa ji Parqa Avaşîn heta Parqa Mûsa Anter destpê bike. Şaredarê Geverê Ercan Bora xebatên li qada mîhrîcan pêk tên kontrol kirin û hemû gelê Geverê vexwend mîhrîcanê kir.

Bora diyar kir ku, di çarçoveya mîhrîcanê de panel, konser û gelek aktîvîteyên din dê pêk bên û wiha got: "Gelê Geverê par bi tevlîbûneke bi hêz mîhrîcan li dar xistibû. Welatiyên dawetên wan rastî dîroka mîhrîcanê tên bila bên qada mîhrîcanê daweta xwe bikin û em dê li wir mehra wan bikin."