Li Farqînê bermayên bajarekî kevnar hate dîtin

Li Farqînê bermayên bajarekî kevnar hate dîtin

Li navçeya Farqîn a Amedê di dema xebata înşeatê de bermahiyên bajarekî dîrokî derket holê.

Li navçeya Farqîn a Amedê li ser cadeya Gazî di dema kolana hîmê înşatê de bermahiyê kevnar ê serşûyekê hate dîtin. Midûra Muzeya Amedê Nevîn Soyukaya diyar kir ku berê jî di dema kolana hîmê înşeatê de ji ber sedema derketina bermahiyan xebatên înşatê hatibû rawestandin û li wir dest bi xebatên arkeolojîk dane destpêkirin.

Soyukaya wiha pê de çû: “Li navçeya Farqînê di dema kolana înşeatê de bermahiyeke dîrokî hatiye dîtin. Xebata înşeatê hate rawestandin. Piştî ku destûrên pêwist hatin girtin di encama xebatên ku me kirin de li cihê xebata înşeatê de hemamek dîrokî hatiye dîtin û ji bo xebatên arkeolojîk bên kirin xebat hatin destpêkirin.”

Hate hînbûn ku bermahiyên di înşeata li Farqînê hatine dîtin ên serşûyekê ye û dora înşatê bi şerîda ewlehiyê hatiye girtin û di bin kontrola du arkeologan de ekîbeke ji 20 kesî pêk tê dest bi kolandinan kirine.