Li Eupenê Kurdan di Roja Piştevaniyê ya Şaredariyê de stant vekirin

Li bajarê Eupen ê Belçîkayê, Kurdan di Roja Piştevaniyê ya Şaredariyê de stant vekirin û çanda Kurdan dan nasandin.

Li bajarê Eupen ê herêma Elman a Belçîkayê, Kurd îsal jî tevlî Roja Piştevaniyê ya Şaredariyê bûn.

Kurdan li vê derê stantek vekirin û xwarina Kurdan dan naskirin. Kincên gelêrî yên jinên Kurd jî bala beşdaran kişand.

Hemû hatineyên stantê ji Heyva Sor a Kurdistanê re hatin dayîn.

...