Li Ermenîstanê bi fermî perwerdeya Kurdî ya Latînî dest pê kir

Li Ermenîstanê bi fermî perwerdeya Kurdî ya Latînî dest pê kir

Kurdên li Ermenîstanê dijîn ku ji sala 1941 ve perwerdeya Kurdî ya bi tîpên Krîlî dibînin, piştî têkoşînek demdirêj, di sala 2010 de mafê perwerdeya Kurdî ya bi tîpên Latînî bi dest xist. Dewleta Ermenîstanê îsal ji bo perwerdeya Kurdî ya bi tîpên Latînî ji dibistana seretayî heta amadeyî fon veqetand.

Li Ermenîstanê bi awayeke fermî perwerdeya Kurdî ya bi tîpên Latînî îro dest pê kir. Ev demek dirêj ji bo ku li Ermenîstanê derstên Kurdê lê bi tîpên Krîlî dihatin dayîn. Perwerdeya Kurdiya Latînî bi fermî li dibistanên gundên kurdan ji dibistana seretayî heta amadeyî hate destpêkirin.

Îro li gundê Elegezê yê herêma Axbaranê ya Ermenîstanê, perwerdeya zimanê Kurdî ya bi tîpên Latînî bi merasimekê, bi beşdariya Serokê Mamosteyan, mamosteyên dersan, Berdevkê Qeymeqamê Axbaranê dest pê kir. Hêjayê gotinê ku dewleta Ermenîstanê di sala 2010 de perwerdeya Kurdî ya bi tîpên Latînî qebûl kiribû, lê ji ber piştgiriya aborî nehat dayîn, ders tenê di pûlên 1 û duwem de dihatin dayîn.

Bi vî awayî dê ji îro û pêve li dibistanên Elegezê bi tîpên Kurdî yên Latînî dersên bi zaravayê Kurmancî bên dayîn. Îsal, dewleta Ermenîstanê fon ji bo dibistanên Kurdan ên bi tîpên latînî veqetand û pirtûkên bi zimanê Kurdî zaravayê Kurmancî hatin derxistin. Pirtûkên dersan ji aliyê nivîskar û helbestvanê Kurd Elîxanê Memê ve hatin amadekirin.

Di merasima vekirina dibistanê de Serokê Şêwra Kurdên Ermenîstnaê Kinyasên Hemîd axivî û got ku ev demek dirêj e ku li Dewleta Ermenîstanê bi zimanê Kurdî, ango bi zaravayê Kurmancî, ji dibistanên seretayî heta amadeyî ders tên dayîn. Kinyasê Hemîd bi bîr xist ku li Ermenîstanê dersên Kurd bi tîpên Krîlî dihatin dayîn û wiha domand; “Di van sê salên dawiyê de bi awayek fermî tîpên Kurdiya Latînî ji aliyê dewletê ve hate qebûlkirin. Ji vir û şûn de dê bi tîpên latînî perwerdeya Kurdî bê dayîn.”

Piştî Kinyasê Hemî, Seroka Komîteya Kurdistanê Jenya Qadir jî axaftinek kir û malavahiya kesên ku pirtûkên Kurdî yên dersan amade kirine û û got; “Hêvîdar im ku mudur û dersdarên ku li vir amade ne dê hewl bidin ku zarokên me hînî zimanê wan ê dayîkê bikin û ev zimanê me dê di pêşeroja me de be bibe wesîleya yekitiya di nava gelê me de.”

Nivîskar û helbestvanê Kurd Elîxanê Memê jî axaftinek kir û şanaziya xwe ya li hemberî vê pêngavê anî ziman. Memê ku ji bo zarokan pirtûkên Kurdî yên bi tîpên Latînî amade kiriye, kefxweşiya xwe anî ziman û diyar kir ku ew ê hewl bidin ku xwe bi rêya malperên înernetê û televîzyonan bigihînin hemû parçeyên Kurdistanê .

Memê bang li Kurdên Ermenîstanê û hemû Kurdên li Kafkasyayê dikin ku piştevaniya van dibistanan bikin û xwe bigihînin hev.