Li Ermenistanê Ahenga Zimanê Kurdî

Îro li Ermenistan navçeya Akbaran gundê Elegezê, Ahenga Zimanê Kurmancî hate pêşkêşkirin.

Di dibistana Gundê Elegezê de îro ahengek Zimanê Kurdî, Kurmancî,ji aliyê Dîrektorê Dibistanê Mamoste Çicek a Moxoyan ve hatibû amedeekirin û zarokê dibistanê pêşkêş kirin.

Aheng di Pola dersa Kurdî de hatibû amedekirin û malbatên hemû zarokan û dersdarê dibistanê jî amede bûn. Şahî bi coşek mezin hate pêşwazîkirin.Di şahiyê de hem ken hem kêfxweşî hem jî henek hebûn.Bi skeç û metelokê Kurmancî ve aheng bi henek û bi rexneyan berdewam kir. Dayik û bavên zarokan bi zarên xwe re amade bûn, bi çepik û tîlîliyan ev coş berdewam kir.

Ahengê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Şoreşê destpê kir û ev şahî ji aliyê Mamoste Çiçek ve hate berdewamkirin. Serokê Dibistana Elegezê Wezîr Avdaliyan axivî û kêfxweşiya xwe anî ziman, wiha got: “Em vê rojê bi saya têkoşîna gelê Kurd, PKK û Birêz Serok APO di vê merheleyê de pêşwazî dikin. Ez li ser vî esasî 4 Nisanê ku du roj berê bû û rojbûna Serok APO ye, weke berpirsiyarê dibistanê li ser navê mamosteyan hem wek rojbûna Serok APO hem jî ya gelê Kurd pîroz dikim.”

Avdaliyan axaftina xwe wiha domand: “Em her çiqasî jî ji welatê xwe dûr ketibin û demek direj e em ji welatê xwe Kurdistanê dûr dijîn jî, rexmê hemû astengiyan, em li vir perwerdeyên zimanê Kurdî didin zarokên xwe. Dewleta Ermenistanê jî vê derfetê ji me re amede dike, lewre em spasiya dewleta Ermenistanê jÎ dikin.” Avdaliyan got Kurd li kû dibin bila bibin, pewîst e bi awayekî baş xwedî li zar û zimanê xwe derkevin, wiha pê de çû: “Em nehêlin zarokên me asîmîle bibin. Hin kes hene hewl didin naqoqiyan bixin nav me, dibêjin zimanê Êzîdîkî û Kurdî ev di destpêkê de şaş in. Em hemû Kurmanc in, gelek in. Divê ew kesên ku vê dibêjin werin bibînin bê ka zarokên me çiqasî xweş zimanê zikmakî bi kar tînin. Çiqasî xweş henekan dikin, metelok û stranan dibêjin bi navê welatê me Kudistanê. Demeke dirêj di radyoya dengê Kurdî ya Erivanê de ji aliyê Aslika Qadîr ve dihat gotin ku bê ka zar jî çiqasî xweş dibejin.”

Piştre aktîvîte bi skeç û metelokên zarokan berdewam kir. Herî dawî wek aktîvîte strana “Welatê me Kurdistan” hate gotin. Di dawiya bernameyê de mamoste û midûrê Dibistanê jî axaftin kir û kêfxwşiya xwe bi lêv kir. Her wiha di aktîvîteyê de mamosteyên Ermen jî amade bûn û wan jî kêfxweşiya xwe diyar kirin.

Li zarokan şekir û şîrînayî hatin belavkirin. Dayikan bi tilîlî, zarokan jî bi dirûşmeyên “Bijî Zimanê Kurdî”, “Bijî Kurd û Kurdistan”, “Bijî Serok Apo” kêfxweşiya xwe ya ji bernameyê eşkere kirin. 

...