Li Elegezê Şanoya Kurdan- Eskerê Boyik

Li Elegezê Şanoya Kurdan- Eskerê Boyik

Di sala 1937an de li gundê Kurdan Elegezê şanoya Kurdî ya dewletê hate damezirîn. Serokê şanoyê Celadê Koto ku bi navê xwe yê wê demê ji gundê Qundexsazê, rejîsorê wê Solak Nîkogostan, şêwirmendê wê jî aktorê ermen ê navdar Mkrtîç Canan bû.

Şano ji nebûnê dest pê kiribû. Li vir ne kadroyên netewî ne jî kesên di şano û lîstikvaniyê de pispor hebûn. Li gel vê jî gelek şano(senaryo) jî nebûn. Lê şanonivîsên profesyonel ên ermen û lîstikvanên wan xwedî li vê şanoyê derketin û ji hêla lîstikvanan ve piştgirî danê.

Lîstikvanên pêşî ji gundên kurdan ên wekî Qundexsaz, Elegez, Mîrek, Pampa Kurda, Cercerîs, Qurubxaz, Çobangermez, Senger, Korbilax, Karvansere, Camişlu hatine hilbijartin. Aktor ji kesên ku perwerdehiya dibistana navîn dîtibûn hatin hilbijartin. Hinek jê hê nizanîbû ku şano û lîstikvaniya şanoyê çi ye. Ji bo vê jî salên destpêkê bû sala lêgerîna li kadroyan û perwerdehiyê. Di heman salan de nivîskarên ermen ji bo şanoyê di derbarê jiyana kurdan de dest bi nivîsîna lîstikan kirin.

Ji van lîstikên hin jê ‘’Keça Mîrê’’ ‘’Kerr û Kulik’’, ‘’Heso’’ ku ji hêla S. Gênosyan ve; ‘’Xuliqandina Rojê’’ji hêla S. Kojoyan ve; ‘’Kenarê Elegezê’’ ji hêla V. Şoxêryan ve; ‘’Nêçîra Lalvarê’’ ji hêla V. Manvêlyan ve hatibû nivîsîn.

ŞANO BI PIŞTGIRIYA DEWLETÊ HATE DAMEZIRANDIN

Dewletê piştgiriyeke baş dida kolektîfê. Lîstikvanên komê bi qasî mehmiza lîstikvanên ku di şanoyên dewletê de dilîstin, mehmiz (mûaş) distandin. Şanoyên ku dihatin nivîsîn jî ji hêla rêveberiya Êrîvanê ve dihate handankirin û piştgiriya wê distand. Lîstikvanên ermen pirî caran serî li wan didan û hewl didan ku asta perwerdehî û behremendiya lîstikvanan bi pêş bixînin. Li gel vê semîner didan û qurs vedikirin.

Şano ji bo jiyana civakî ya kurdan tiştekî nû bû û bi baldarî lê dihate temaşekirin. Şahidên wê demê digotin ku di salona ku şano lê dihate nîşan de cih nedima, zarok û kalan diçûn da ku li şanoyê binerin.

Dîrokzan û rexnegirê Şanoyê, N. Hovakimyan di pirtûka xwe ya bi navê Dîroka Şanoya Azerî û Kurdan de wiha dinivîse: ‘’Şanoya kurd di xebatên pêşî yên pênc salan de berhemên hêja afirandin û bû navendeke çandî. Di wan salan de lîstikvanên ciwan bûne afirînerên jêhatî û aktorên profesyonel. Wan êdî dikarîbûn rolên herî bilind ên hunerî bilîzin, dakevin kûrahiya raman û giyana karekteran û bala bîneran bikişînin ser xwe.’’

Wan salan rojname û kovarên li Ermenîstanê diweşiyan di derbarê şanoyê de gelek nûçe û maqele weşandin û nirxekî buha didan behremendiya lîstikvaniya komê. Di 1939ê de yek ji rojnameya herî navdar a Ermenîstanê, ‘’Sovetakan Hayastan’’ wiha dinivîsî: ‘’Keça Mîrekî’ lîstikeke yekane bû û lîstikvanên bi navê Zozan Elî, Qeremanê Reşo, Hemîde Ûsiv, Egîdê Xudo, Ehmê Xudo, Cebarê Mîrzo, Edoyê Sultan pir zîrek bûn.’’

Kom di 1940î de çû Gurcîstanê turneyê. Ji bo kurdên ku li vir dijiyan jî bû kêfxweşiyeke gellekî mezin. Kurd ji pêşiya dike venediqetiyan. Rojnameya Gurcistanê, ‘’Sovetakan Gurcistan’’ di 1940î, hijmara 209ê de wiha dinivîsî: ‘’ Heke em bi bîr bînin ku hê sala sêyê ye ku şano hatiye damezirîn û cara pêşî ye ku lîstikvan gavên xwe davêjin ser dike, performansa ku wan nîşan dayî serkeftineke gellekî mezin e. Salona ku lîstik lê dihate lîstin bi temaşevanan tije bûbû û bi baldarî li gotinên wan dihate guhdarîkirin û temaşekirin.”

DI SALÊN ŞERÊ CÎHANÊ YÊ DUWEMÎN DE JÎ LÎSTIKÊN XWE DOMANDIN

Dema ku şano di sala xwe ya pêncan de bû şerê cîhanê yê duyê dest pê kiribû. Sovyetan xwe ji şerekî mezin re kar dikir. Ji ber şertên ku welat tê de bû kolektîfê program û repertuara xwe di ber çavan re derbas kir. Loma gelên Asyayî xwe kar dikirin ku bi faşîzmê re hesêb bibînin. Di lîstikên wan de temayên wekî welatparêzî, egîdî bêhtir cih girtibû êdî. Ji vanan ‘’Heso’’ ya Ş. Gênostan, ‘’Heyfhildan’’a Nayîrî Zaryan, ‘’Mêrgên Elegezê’’ ya H. Şaybûn û ‘’Partîzan Jeleznyak’’ ya B. Staff gellekî bal kişandibûn ser xwe.

Di salên dijwar ên şer de nivîskar Cerdoyê Gênco serokatiya koma şanoyê kir. Di van salan de lîstikên ku wî nivîsîn; ‘’Xuşka Doktirye’’û ‘’Bira’’ demeke dirêj li sehneyan hatin lîstin.

Destana ‘’Mem û Zîn’’ ku nivîskarê ermen Sogoman Taronsa ji mîtolojiya gelêrî sûd wergirtibû û nivîsîbû di bîra temeşevanan de şopa xwe hişt. S. Taronsî yek ji dostê neteweya kurd bû, pir baş bi kurdî dizanîbû û gelek berhemên nivîskarên kurd jî li zimanê ermenî wergerandibû.

Komê dema ku bi nav salan de diçûn lîstikên baştir dilîstin. Di wan salan de ji şanoya Ermenan ‘’Pêpo’’ya G. Sûndûkyan, ‘’Rûhê Xirav’’ya A. Şîrvanzade, ‘’Zinar’’’Nezerê Mêrxas’’ya V. Papazyan; ji şanoya Gurcuyan ‘’Sîyaneta Welat’’ ya Mîdvanî; ji şanoya Azeriyan jî ‘’Sevîl’’a Cader Cabbarî li dike hate lîstin. Lîstikên navborî navdartirîn lîstikên gelên wê herêmê bûn û bi kurdî lîstina wan ne ewqasî hêsan bû.

Çend lîstik jî bi ermenîkî hatin nîşandan û vê jî bala rewşenbîrên ermen û xwecihên Êrîvanê kişandibû.Di 1947an de Komara Ermenîstanê statûya Nahya Elegezê betal kir û gundê bi wê ve girêdayî bi hin cihên din ve girêda. Şanoya Dewletê ya Kurd hate girtin. Kolektîfa ku ji bo kurdan bûbû navenda çandê belawela bû. Bi vî awayî hêviya ku bikaribin kultura xwe bijîn nîvçe ma.

Dema ku şano hatibû girtin 10 salê xwe temam kiribû û di vê pêvajoyê de 30 lîstik hatibûn nîşandan ku di nav van de lîstikên ku ji hêla nivîskarên kurd ve hatibûn nivîsîn jî hebûn. Mînak ‘’Lûr bilûr’’ a Celatê Koyo, ‘’Miraz’’a Heciyê Cindî û du berhemên Cerdoyê Gênco ku li jorê navên wan bihurî. Di wan salan de Celatê Koyo, Silêman Ceferov, Miroyê Esed, Cerdoyê Gênco, Eliyê Hecî,Emerîkê Delo seroktî ji komê re kirin. Rejîsorî û şêwirmendiya wê ya hunerî jî şanogerên navdar ên ermenan dikirin.

Di salên şer de xebatên şer bi dijwarî dihatin birêvebirin. Gelên Sovyetê li dijî Almanyaya Hîtler şerekî mezin didan û derfetên jiyanê pir giran bû. Kurdan di şer de gelek şehîd dan. Bi hezaran kurd çûne eniyê. Li dû gelekan ji wan tenê kaxezên wan ên reş man. Hêjarî pir bûbû. Lê li gel evqas zehmetî û dijwariyan jî koma şanoyê gelek lîstikên hêja nîşan dan. Aktoran xwe gihandin asta lîstikvaniyê. Heke destûr bihata dayîn ku şano bidome wê rûpeleke girîng li dîroka kultura kurdî zêde bibûya.

GIRTINA ŞANOYÊ BÊ WATE BÛ

Şanoya Elegezê di bîranînên gelên herêmê de wekî bîranîneke xweşik ma. Dema ku em ji jiyanê serwext bûbû Şano ji zû ve hatibû girtin lê çi dema ku nave şanoyê bihate bihîstin ên ku ew temaş kiribûn bi carekê re ‘’Mem û Zîn’’, ‘’Xecê û Siyabend’’, ‘’Ker û Kulîlk’’ bi bîr dianîn. Bi taybetî jî ev lîstik di bîra wan de mabûn. Piştre ez bi gelek lîstikvanan re axivîm, wan bi hezkirina behsa xebatên Şanoyê dikrin û ji wan re bêwate dihat ku şano hate girtin û pê diêşiyan.

Rewşenbîrê ermen Solak Nîkogostan entellektuel û hunermendekî girîng bû. Bi kurdî baş diaxivî. Dema ku di 1970î de ez xwendekar bûm di radyoya kurdî de program çêdikirin û rejîsortî dikir. Ez jî gelek caran bi rolen biçûk beşdar bûm. S. Nîkogosyan wan deman pir kal bûbû êdî. Yek ji rewşenbîrê kurd Miroyê Esed û rewşenbîrên din ên ermen wiha behsa wî dikirin ku ew ‘’Yekî rêzdar û kubar ku ermenîkî bi awayekî nuwaze diaxivî’’. Di 1955-1989an de berpirsyariya rojnameya kurdî li ser wî bû. Di heman demê de endamê parlemantoya Ermenîstanê û endame komîteya navendî ya partiya Komînîst bû. Di wê herêmê de ji bo pêşketina çanda kurd alikariyeke wî ya girîng çêbû.

Miroyê Esed ku heyamekê wî şano bi rê ve bir di heman demê de lîstikvanekî baş bû. Temaşevanan behs dikir ku dema ku ew dilîst nedikarîn xwe bigirin. Mînak di lîstika ‘’Mem û Zîn’’ê de dema ku rola Beko dilîst, di sahneyekê de hin temaşevanan xwe negirtine û kevir avêtinê.

Eliyê Hecî mirovekî welatperwer bû û li gundê Cobangermesê ku bi salan lê jiya bû mamostetiya kurdî kiriye û serokatiya sovyeta gund kiriye. Piştre heyamekê Şano bi rê ve bir û di gelek lîstikan de jî list. Lîstikvaniya wî bandor li temeşevanan kiribû û piştre bi henekî gelekan jê re ‘’Artîst’’ gotine.

QAÇAX DIKARÎBÛ BIBE LÎSTIKVANEKÎ MEZIN

Her du bira; Qaçax û Bekirê Miha lîstikvanên sereke yên şanoyê bûn. Di wan salan de di gelek makale û nûçeyên di derbarê şanoyê de bi awayekî erênî rexne di derbarê de Qaçax de dihatin kirin û bi pesindarî behsa lîstikvaniyê wî dihate kirin. Wî demeke dirêj di kooperatîfa navçeya Aparanê de tevlî xebatên rêveberiyê bû. Heke şano nehata girtin wê bibûya lîstikvanekî mezin. Di heman demê de hostayek ji dansên gelêrî yê kurdan bû. Demeke dirêj di Kuluba Elegezê de perwerdehiya lîstikên gelerî da. Di lîstika ‘’Mem û Zîn’’ê de rola wî ya Mem di bîra temaşevanan de ma.

Di wê lîstikê rola Zînê Xanim Ayvazyan lîstibû. Xanim û Bekirê di şanoyê de dilîst eynî weke Mem û Zîn ji hev hez kiribûn. Li gel astengiyên dînî jî bi hev re zewicîn û heya mirinê jî bi hev re jiyabûn. Zarokên wan çêbûn û mala wan ji bo Êzîdiyan bû weke cihekî qedîm.

Mixabin ji bo ku wan deman teknîk zêde bi pêş neketibû xebatên şanoyê bi awayekî zindî negihişt ma. Xanim Ayvazyan digot piştî ku şano hate girtin jî hin fotograf û belge di destên wê de hebûn lê nivîskar Emîne Evdal ji wê standine. Piştî ku nivîskar miribû hîn nebûbûn ku çi bi fotograf û belgeyan hatibû. Ji bo vê jî ji şanoyê tenê bîranîn man.

*Ev xebat ji hêla nûçegihanê Reye Teze Mirazê Cemal, ji Arşîva Eskerê Boyik hatiye amedkirin û ji bo Ajansa Nûçeyan Firatê (ANF) hatiye şandin.