Li Dûîsbûrgê Hefteya Çanda Kurd destpê kir

Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê, çalakyên Hefteya Çanda Kurd a Dûîsbûrgê duh êvarê destpê kirin.

Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê, çalakyên Hefteya Çanda Kurd a Dûîsbûrgê duh êvarê destpê kirin.

Hefteya Çandê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Dûîsbûrgê ve tê organîzekirin û wê di navbera 16-17-18'ê Adarê de bidome. Di vê çarçoveyê de çalakiyan duh êvarê destpê kirin. Di çalakiya li salona Navenda Civaka Demokratîk de bi sedan Kurdistanî amade bûn.

Ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Helebçeyê, li ber sirûda "Ey Reqîp" deqeyek rêz hat girtin. Piştre li ser navê NAV-DEM'ê Niyazî Oztaş û Mûnzûr Aslan, li ser navê ATÎK'ê Yilmaz û li ser navê Komîteya Piştgiriya bi Rojava re Peter Berens axivîn.

Di çarçoveya bernameya roja destpêkê ya hefteyê de komên govendê, skeçê û muzîkê derketin ser dikê. Her wiha xwarina ji çanda Kurdan hat pêşkêşkirin. Saet di 18:00 de jî bi beşdariya Mehmet Bayrak, Gonul Kaya, Yilmaz Beyazgul û parêzer Jesenskî panelek hat lidarxistin.

Çalakiyên Hefteya Çandê wê îro û sibe dewam bikin.

...