Li Dûarnenezê festîvala ji bo piştgiriya gelê Kurd

Li bajarê Fransa Dûarnenezê, ji bo piştgirî ji gelê Kurd re bê dayîn, festîvalek wê were lidarxistin.

Li bajarê Fransa Dûarnenezê, ji bo piştgirî ji gelê Kurd re bê dayîn, festîvalek wê were lidarxistin.

Li bajarê Dûarnenez ê li rojavayê Fransayê, ji bo bal kişandin ser terora dewleta Tirk a li hemberî gelê Kurd dimeşîne, wê di 12'ê Kanûnê de festîvalek bê organîzekirin.

Di festîvalê de wê rojnamevan û siyasetmedarên ji Rojava û Bakurê Kurdistanê çavdêriyên xwe vebêjin. Di bernameya festîvalê de muzîk, mutbex û folkora Kurdî jî hene. Her wiha wê kurte fîlm jî bê nîşandan.

Festîval wê di 12'ê Kanûnê saet 10:00 de li Place des Hallesê destpê bike.