Li Dortmundê Dortmundê kursa zimanê Kurdî hat destpêkirin

Li Dortmundê Dortmundê kursa zimanê Kurdî hat destpêkirin

Bi pêşengiya Enstîtûya Kurdî ya li Almanya û ciwanan, li bajarê Dortmunda Almanyayê kursa zimanê Kurdî hat destpêkirin.

Beriya kurs dest pê bike, li ser navê ciwanan Bêrîtan Nisêbîn û li ser navê Enstîtûya Kurdî Aysel Avesta Aydin axivin.

Nisêbîn û Aydin bal kişandin ser pergala desthilatdaran a hewl dide ciwanan tune bike û giringiya çand û ziman carek din bibir xistin.

Ne tenê ciwanên Kurd, ciwanên Alman jî eleqeyeke mezin nîşanî perwerdehiya zimanê Kurdî dan. Yek ji kursiyeran Zara Aksu ya malbata wan ji Dersimê koçî Qeyseriyê kirine bang li ciwanan kir da ku xwedî li zimanê xwe derkevin.

Çend ji wan yên alman, bi gişti 14 ciwanî dest bi kursa zimanê Kurdî kirin . Hejayî gotinêye ku yek ji daxwazên Yek-Komê jî perwerdehiya bi zimanê Kurdî ye. Perwerdehiya zimanê Kurdî, wê ji vê û şûn de, her rojên Yekşemê, saet di navbera 15:00-16:30’an de li Komeleya Kurdan a li Dortmûndê pêk were.