Li Dihokê mihrîcana Amedê tê lidarxistin

Li Dihokê mihrîcana Amedê tê lidarxistin

Di 27-31’ê Tebaxê de bi hevkariya Şaredariya Sûra Amedê û Dihokê, dê li Dihokê mihrîcana “Rojên Amedê” bê lidarxistin.

Mihrîcan bi hevkariya her du bajarên destebira tên lidarxistin, tevî şaredariyên Amedê,dê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê, DÎSÎAD, GUNSÎAD, DÎGÎAD, DOGUNKAD, Borsaya Bazirganiyê, DESOB, Yekitiya Klûbên Mezopotamyayê, Komeleya Çandê ya Dîcle Firat, Yekitiya Nivîskarên Kurd û DÎHA jî beşdar bibin.

Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş der barê mihrîcanê de daxuyaniyek da û got; “Amedekariyên mihrîcana li Dihokê Rojên Amedê li ber qedandinê ne. Dê çalakiyên weke şano, sînema û branşên din cih bigirin. Her wiha, dê li ser Wêje û Zimanê Kurdî jî bê rawestandin û der barê mê mijarê de jî gotûbêj dê bên kirin. Em ê weke rêveberiyên herêmî hewl bidin ku çanda Amedê bihigînin Dihokê.”