Li dibistanên perwerdeyê bi Kurdî didin qerne hatin belavkirin

Li bajarên Kurdistanê bi hezaran zarokên li dibistanên Kurdî perwerdeyê dibînin îro bi cil û bergên kurdî ve çûn dibistanên xwe û qerneyên xwe yên serdema yekemîn bi kêfxweşî wergirtin.

Li gel li dibistanên ku bi Tirkî perwerdeyê didin, li dibistanên Kurdî jî îro qerne li şagirtan hate belavkirin. Bi hezaran şagirt, piştî qerneyên xwe yên serdema yekemîn a dibistanê wergirtin, ketin betlaneya nîvê salê. 

AMED

Yek ji dibistanên ku qerne li şagirtan hate belavkirin, Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a li navçeya Rezan a Amedê bû. Danê sibehê şagirtên dibistanê, wekî her roj li dibistana xwe kom bûn û piştre li polên xwe bi merasîmê ve qerneyên xwe wergirtin. Di merasîma qerneyan de malbatên şagirtan jî cih girtin. 

Şagirtên ku bi cil û bergên kurdî hatin dibistanê, her der renga reng kirin. Zarokên ku qerneyên xwe wergirtin li ber deriyê dibistanê kom bûn û bi malbatên xwe re wêne kişandin. Kêfxweşiya şagirt û malbatan ji ruyê wan xuya dibû. 

Piştî belavkirina qerneyan, li ber avahiya dibistanê Berdevkê Meclîsa Malbatên Şagirtan Fuat Gundogan axivî û got: "Zimanê me di bin qedexeyan de ye. Divê ev dibistan li gelek deveran bên vekirin."

COLEMÊRG

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî, xwendekarên Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş, qerneyên xwe wergirtin. Di wergirtina qerneyan de, encûmenên şaredariyê, malbatên xwendekaran û xwendekar amadebûn. Hevserokê HDP’ê yê Geverê Fîkret Turgut di merasîma qerneyan de axivî û diyar kir ku gelê Geverê ji bo ku dibistana Dayîka Uveyş ava bike gelek ked daye ji ber wê jî ew gelek kêfxweş in. Piştî axaftinê, xwendekar derbasî polan bûn û mamosteyan qerneyên zarokan belavkirin.

WAN

Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê jî, şagirtên Dibistana Seretayî ya Fatma Tokat qerneyên xwe wergirtin. Rêveberên KURDÎ-DER'ê, mamoste, şagirt û malbatên şagirtan tevlî merasîma cenazeyê bûn. Beriya qerne were belavkirin, yek ji mamosteyên dibistanê Cengîz Tîmur axivî û balê kişand ser girîngiya perwerdeya bi kurdî. 

Ji rêvebirên dibistanê Osman Koşut jî balê kişand ser polîtîkayên bişaftinê û bang li gel kir ku zarokên xwe bişînin dibistanên kurdî.

Piştî axaftinan qerne û diyarî li zarokan hate belavkirin.