Li dibistanên Girê Spî perwerdehiya 'mirovê nû'

Hevseroka KPC a Girê Spî Hemî diyar kir, li Girê Spî bi sedan dibistan avakirine, bi hezaran xwendekar perwerde kirine û destnîşan kir, ku di perwerdehiyê de ew nîjadperestiyê red dikin. Hemî got, "Em hewl didin mirovên nû biafirînin."

Bajarokê Girê Spî ku girêdayî Kantona Kobanê ye, hem ji hêla dewlemendiya nasnameyên etnîk û hem jî dînî xwedî cihekî girîng e. Piştî ku bajarok 2015’an ji destê DAIŞ’ê hate paqijkirin nêzîkbûna di navbera gel û baweriyan de xwe di hîndekarî-perwerdehiyê de jî nîşan da. Pergala perwerdehiyê ya pir zimanî û pir dînî ji Rojhilata Navîn re dibe mînak.

Me ev rewş ji Hevseroka Komîteya Perwerdeya Civakên Demokratîk (KPC) Rûken Hemî pirsî, ku Hemî ji destpêkê ve di nav xebatên komîteyê de cih digire.

'127 DIBISTAN HENE'

Cih û taybetmendiya bajarok di Kantona Kobanê de çiye? Li vir sîstema perwerdehiyê çima cihê ye?

Piştî azadkirina Girê Spî xebatên perwerdehiyê dest pê kirin. Lingê pêşî yê van xebatan gihandina mamosteyan bû. Mamosteyên ku perwerdehiyê bidin zarokan li bajarok nemabû. Me dewreyên 3 mehî yên perwerdehiyê dane destpêkirin. Di van xebatan de bi taybetî em li ser zimên xebitîn. Di nav salekê de me 184 mamoste gihandin. Li ser materyalên perwerdehiyê, ji bo ku mamoste di beşên xwe de bibin pispr me dewreyên perwerdehiyê dan.

Li Kantonên Kobanê û Efrînê perwerdehî bi giştî bi Kurdî ye. Li qadên weke Girê Spî ku xwedî reseniyekê ne, li gorî dewlemendiya wan sîstemeke perwerdehiyê heye. Dema ku nû me dest bi perwerdeyê kirî armanca me ew bû ku em modêla yek qalibî, yek feraseyê bişkînin. Ev yek qalib, yek feraset qet ne li gorî Girê Spî bû, ji ber ku li vî bajarî nasnameyên cihê bi hev re dijîn. Li vir Ereb, Kurd, Tirkmen, Ermenî bi hev re dijîn. Li gel nasnameyên etnîk ên dînî jî rengekî vir in. Li gundê Tirkmen dibistanên perwerdehiyê vebûn. Perwerde bi giştî bi Erebî ye lê rojê 2 saetan bi zimanê xwe perwerdehiyê dibînin. Ji bo Kurdan ji pola yekemîn heta bi pola şeşan bi Kurdî lê piştî pola çaran rojê saetekê Erebî tê dayin. Ji bo zarokên Ereb jî ev wiha ye. Ji vê mebesta me ew e ku însanên ku cîranên hev in divê bikaribe cîranê xwe nas bike, fêhm bike. Ziman nasname ye. Mirov bizanibe nasnameya hine dî jî hene û li gorî wê nasnameyê mirov nas bike girîng e.

Bi giştî li bajarok çend dibistan hene? Dibistan di wê rewşê de ne ku bikaribin sala perwerde-hîndekariyê rabigire?

Îsal dibistan 19’ê îlonê vebûn. Li tevahiya bajarok 127 dibistan hene. Li nav bajarok 11 dibistan hene. 6 ji van dibistana seretayî, ji pola 1’ê heta bi bi pola 6’an, 3 jê dibistana navîn in (polên 7,8,9), 2 jê lîse ne (polên 10,111,12) Ji van dibistanan di rewşa niha de sedî 70 sazkar in.

Niha li Girê Spî zêdeyî 14 hezaran xwendekar qeydkirî ne û qeyd hê jî berdewam dikin. Girê Spî nêzî 3 salan ji perwerdehiyê dûr ma. Çeteyên DAIŞ’ê li vir dibistan girtibûn. Tenê li mizgeftan zarok perwerde dikirin bi mebesta ku çalakiyên xwekujiyê pêk bînin. Dema ku nû me dest pê kirî kêmasiyên me yên madî û materyalê hebûn. Bi alîkariya komîteyên  Kanton^ne Cizîrê û Kobanê me pêdiviyên xwe bi giştî dabîn kirin.

Xebateke me ya akademiyê heye. Ev akademî ji bo 8 mehan wê xebatên perwerdehiyê bidomîne. Di vê xebata akademiyê de wê mezûnên lîseyê cih bigirin. Li vir li ser 12 branşan wê perwerde were dayin. Ên ku ji vir mezûn bûyin sala were wê weke perwerdekar dest bi salan nû ya perwerde-hîndekariyê bikin.

'JI HER CURE NÎJATPERESTIYÊ EM XWE DÛR DIXIN'

Dikarî behsa naveroka pergala perwerdehiyê bikî?

Bi armanceke nû dema ku ev xebatên perwerdehiyê dest pê kirin divê pergal jî cihê be. Bi nêzîkatî û feraseta dema rejîmê berdewam dike, dixwaze were berdewamkirin. Ji bo vê jî destpêkê ji bo em vê nêzîkatiyê bişikînin hinekî xebatên me çêbûn. Li dibistanan di navbera mamosteyên de komîte têne avakirin. Ev komîteyên dibistanan di nav xwe de nûnerên xwe hildibijêrin. Pergala me ya perwerdehiyê bi temamî dijî nîjatperestiyê ye. Hemû sembolên ku amaje bi nîjatperestiyê bikin, zarok ber bi wir ve bibin li derveyî armancên perwerdehiyê ne. Li dibistanan her cure nêzîkatiyên ku aliyê etnîkê yên xurt derxînin pêş têne mehkûmkirin.

Îsal dema ku dibistan vebûn mamosteyên girêdayî rejîma Baas bi ser talîmatekê re hemû dibistan girtin û vekişiyan malên xwe. Xwestin ku pergal sazkar nebe. Me xwe radestî vê nekir, me dibistan dîsa vekirin û dest bi xebatên perwerdehiyê kir. Valahiya ku ji wan mayî me pir zû dagirt. Niha hêdî hêdî ew tên. Wê werin û tevlî nav pergala me bibin. Perwerdeya dibistana navîn û lîse wê li ser wan bimeşe lê li gorî hişmendiya şoreşê.

Pergala me ya perwerdehiyê tenê ne bi mebesta perwerdeyê ye, ji hêla qaqûtê xwe ve jî pir cihê ye û demokratîk e. Mamosteyên me girêdayî Yekîtiya Mamosteyan in. Ev dibe sendîkabûna momasteyan. Komîteya Rêveberiya Dibistanan heye, ji 5 kesan pêk tê û nûnerên hemû avaniyên etnîk ên bajarokê tê de hene. Herwiha Komîteya Zimên heye û ev komîte li ser zimanên heyî lêkolînan dike û ji bo zimên pêş ve bibe xebatan dike. Li ser zimên perwerde dide.

'EM MIROVÊ NÛ DAFIRÎNIN'

Ji bo ku xwendekarên ji vir mezûn bûyin li qadên din bikaribin qeyda xwe bikin, ji bo pergala we were qebûlkirin hûn ê çawa bikin?

Baweriya me bi pergala me ya perwerdehiyê tê. Em hewl didin xwendekaran bi rêbazên zanistî, dilsozî nirxên xwe perwerde bikin. Niha ji ber kêmbûna derfetan nahêle ku perwerde bibertir bibe lê em bi felsefeya xwe ya perwerdehiyê bawer in. Ez bawer dikim perwerdeya şoreşê di sûda mirovan de ye. Ez bawer dikim yên ku ji dibistanên me mezûn bûyin wê li qadên din jî serkeftî bin. Şoreş di hêla fermî de ji bo ku hê bi fermî nehatiye nasîn dixwazin vê li ser perwerdeya me jî nîşan bidin. Propagandaya wê dikin ku kesên ji dibistana şoreşê mezin bûyin wê li qadên din neyên qebûlkirin, lê ev ne rast e. Nêzîkatiyeke siyasî ye. Em perwerde û reqabetê ne li dijî wan dikin. Em bi perwerdehiyê dixwazin însanên nû dafirînin.

Dema ku dibistana nû vebûn, malbatên ku dudilî bûn ku zarokên xwe bişînin bi demê re zelal bûn û zarokên xwe şandin. Dema ku dîtin materyalên me yên perwerdehiyê bi temamî li gorî neteweya demokratîk e û ti nasnameya etnîkekê nade pêş û reseniya reheke etnîkî esas e, tevlêbûna li dibistanan zêde bû. Em perwerdehiya şoreşê tenê bi dibistanan re sînordar nakin. Li vir em hewl didin ku hemû civakê agahdar bikin, û ji bo ku nîşan bidin dij-propagandayên têkildarî rejîmê ne rast in bi gel re civînan dikin. Em rûspiyên civakê agahdar dikin.