Li Dêrikê rojên sînemayê didomin

Li Dêrikê rojên sînemayê didomin

1'emîn Rojên Sînemayê ku ji aliyê Şaredariya Dêrikê ve tê lidarxistin, her roj li taxekî bi eleqeyek mezin ya gel didome.

Şaredariya Dêrikê ya BDP'yî di 7'ê Tîrmehê de dest bi 1'emîn Rojên Sînemayê kir û heta niha li taxên Dag, Cevîzpinar, Zeytînpinar, Kale, Tepebag û Bahçelîevler film pêşkêşê gel tên kirin. Di navçeya ku cara destpêkê organîzeyek wisa pêk tê de welatî eleqeyek mezin dide filman. Welatiyan didin zanîn ku, 35 sal berê li Dêrikê 2 sînema hebû û welatî bi malbatên xwe diçûn fîlm temaşe dikirin û wiha gotin:" Piştî 35 salan carekî din em bi malbatên xwe li cihên vekirî sînema temaşe dikin. Wekî nostaljî ye." Heta niha di 1'emîn Rojên Sînemayê de fîlmên bi navê Meş, Yol, Press, Ozgurluk Savaşçilari, Dûvar û Apocalypto hate pêşkêşkirin.