Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li Danîmarkayê ‘Konferansa Çand û Hunera Kurd’

Li paytext Kopenhag Konferansa Çand û Hunera Kurd hate lidarxistin.

Li Danîmarkayê di pêşengtiya Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk de Konferansa Çand û Hunera Kurd hate lidarxistin. Di konferansa nêzî 40 hunermend û helbestvan beşdarî bûn de, li lokala komeleya li paytext Kopenhag a  Danîmerkayê hate lidarxisitn.

Konferans, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê û li qadên çand û hunerê de jiyana xwe ji dest dane, destpê kir.

Di beşa duyemîn a konferansê de jî pêşniyar û nirxandinên hunermendan hatin gotûbêjkirin û biryar hatin girtin. Di konferansê de rêveberiyek ji 16 kesan hate hilbijartin.