Li Colemêrgê coşa Cejna Zimanê Kurdî

Li Colemêrgê coşa Cejna Zimanê Kurdî

Li Colemêrgê bi çalakiyekî ku bi pêşengiya KURDÎ -DER'ê hate lidarxistin de Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin.

Şaxa KURDÎ-DER a Colemêrgê bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li xeraja şaredariyê çalakiyek li dar xist. Di çalakiya ku gelek kes beşdar bûn de heta avahiya şaredariyê meş hate lidarxistin. Di meşa ku dirûşm dihatin berzkirin de her wiha li ber def û zirneyê dîlan hate girtin. Li ber şaredariyê Serokê Şaxa KURDÎ-DER a Colemêrgê Vasfî Ak li ser zimanê kurdî û giringiya wê axaftinek kir.

DAXWAZÊN GELÊ KURD

Piştî Ak, Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu da zanîn ku mirov tenê bi zimanê xwe dikare hebûna xwe biparezê û xwest hemû kes xwedî li ziman derkeve. Rêvebirê KURDÎ-DER'ê Eyup Bor jî diyar kir ku zimanê kurdî her tim rastî êrîşên cidî dimîne û daxwazên kurdan a divê di makeqanûnê de cih bigrin wiha bi rêz kir: "Divê nasnameya kurdan were naskirin û bi zagonan were mîsogerkirin. Divê ji bo zimanê kurdî bikaribe di hemû qadên jiyanê were bikaranîn derfet were dayîn û perwerdehiya ziman pêk were. Statuya siyasî ya kurdan divê were qebûl kirin, mafê xwe bi xwe rêvebirin bê dayîn û bi zagonan were mîsogerkirin. Bi van hest û ramanan cejna ziman a gelê kurd pîroz dikim.”