Li Cenevreyê rojên fîlmên Kurdistanê tên lidarxistin

Di navbera 4-8'ê Cotmehê de wê li Cenevreyê fîlm werin nîşandan û bi rêya van fîlman rastiya Kurdistanê bê vegotin.

Bi pêşengiya Navenda Mafên Mirovan a Kurd li Cenevreyê, Sînemaya Mezopotamyayê, Navenda Cvaka Demokratîk a Kurd li Cenevreyê û Sînemaya Spoûtnîkê, wê li bajarê Cenevre yê Swîsreyê Rojên Fîlmên Kurdistanê bên lidarxistin.

10 fîlmên fîlmên demkurt û demdirêj ên li ser rastî û berxwedana Kurdistanê wê di navbera 4-8'ê Cotmehê de li Sînemaya Spoûtnîk a Cenevreyê werin nîşandan.

Rojên Fîlman wê roja 4'ê Cotmehê saet di 18:00 de bi nîşandana dokûmantera bi navê Nû Jîn a derhêner Veysî Altay, dest pê bike. Piştre, tevî dokûmantera bi navê 'Sara - Her şer bû jiyana min' a li ser jiyana yek ji kadroyê pêşeng ên PKK'ê Sakîne Cansiz wê gelek fîlm di nava 4 rojan de li salona Sînemaya Spoûtnîkê werin nîşandan.

Dem û fîlmên li Sînemaya Spoûtnîkê werin nîşandan, bi vî rengî ne:

4'ê COTMEHÊ

Mast: 20.30
Dûr e:  20.45
Nû Jîn :  21.10

5'Ê COTMEHÊ

73 Şengal: 20.30
Taşa Yazilmiş Hatiralar (Bîranînên li ser kevir hatine nivîsandin): 20.55

6'Ê COTMEHÊ

Banga Roj: 20:30

7'Ê COTMEHÊ

Ants Apartment: 20.30
Toz Bezî (Paçê paqijkirinê): 20.45

8'Ê COTMEHÊ

Dondûrma (Cemed): 20.30
Sara - Hep Kavgaydi Yaşamim (Sara-Her şer bû jiyana min): 20.45