Li Baselê di Hefteya Çanda Kurd de Bajar û Memo Gul konser dan

Hefteya Çanda Kurd, ku li bajarê Basel ê Swîsreyê tê lidarxistin, bi konserên Bajar û Memo Gul dewam kir.

Di destpêka konserê de Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Elîf Îşcan axivî. Piştre Memo Gul derket ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir.

Li dû Memo Gul, koma Bajar derket ser dikê.

Salona konserê bi posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK'ê, wêneyên Sakîne Cansiz û hunermendên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hat xemilandin.

Hefteya Çandê wê îro bi nîşandana lîstika "Lêxe / Talan bike / Dîsa" ya Navenda Çandê ya Med a Baselê biqede.