Li Amûdê yekemîn stada fûtbolê

Li Amûdê yekemîn stada fûtbolê

Li bajarê Amûdê bi armanca pêşxistina xebatên sporê, yekemîn stada futbolê hat vekirin.

Di vekirina stadê de, tîmên futbolê yên Zagros û Azadî hatin pêşberî hev. Ciwanên tevlî merasîma vekirina stadê bûn, ji ber pêşxistina xebatên sporê li Amûdê kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Li Rojavayê Kurdistanê, ciwanên Kurd yên bi awayekî çalak cihê xwe di nava şoreşê de digrin, girîngiyê didin pêşxistina xebatên çand, huner û sporê.

Li bajarê Amûdê piştî amadekariyên berfereh, yekemîn stada futbolê hat vekirin. Ji bo vekirina stada Amûdê merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de, lîstika dostane di navbera tîmên Zagros û Azadî de pêk hat.

Gelek heskiriyên futbolê li lîstikê temaşe kirin. Di lîstikê de, tîma Zagrosê 6-2 biser ket û endamên tîma serkeftî ji aliyê rêxistina Komalên Ciwan ve hatin xelatkirin.