Li Amedê yekemîn mihrîcana filman a navneteweyî

Li Amedê yekemîn mihrîcana filman a navneteweyî

Li dilê Kurdistanê Amedê cara yekemîn mihrîcaneke navneteweyî ya filman tê ldiarxistin. Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn mîhrîcana film ya Amedê ya Navneteweyî di navbera 22 û 28'ê Cotmehê de li Amedê dê pêk bîne.

Amed dê bo cara yekemîn malovaniya mihrîcaneke filman a navneteweyî bike. Mihrîcan dê ji aliyê Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn a ku beriya niha ji aliyê sînemavanên Kurd ve hatiye avakirin ve dê di navbera 22 û 28'ê Cotmehê de li Amedê bê lidarxistin. Amadekariyên mihrîcanê berdewam dikin û gelek sazî û rêxistinên sivîl piştgirî didin mihrîcanê.

DÊ XELETA EKOLOJIYÊ BÊ DAYÎN....

Dê di mihrîcanê de kategoriyên neteweyî û navneteweyî hebin. Dê tevî filmên metraj dirêj, belgefilm û kurtefilm jî beşdar bibin. Di mîhrîcanê de di çarçoveya rêgezên sînemaya cîhanê de dê hemû berhemên sînemayê bên nîşandan. Lewma bi feraset û pêkhatina vê mîhrîcanê di heman demê de ew ê bibie mîhrîcaneke alternatîf. Di mihrîcanê de dê xelatên; Xelata Ekolojî (jîngeh), Xelata Azadiya Jinê, Xelata Dewlemendiya Çandî û Baştirîn Xelata Naveroka Civakî dê bêne dayîn.

JI BO SENARÎSTÊN KURD PIŞTGIRÎ

Di mihrîcanê de dê dê kategoriya piştgiriya ji bo senaryoyan jî hebe. Divê kategoriyê de jî krîtera sereke Kurdî ye û tê xwestin bi vê yekê piştgirî bidin senarîstên Kurd.

LI AMEDÊ 7 ROJÊN SÎNEMAYÊ

Mihrîcana Filman dê tam 7 rojan berdewam bike. Filmên di çarçoveya mihrîcanê de bên nîşandan, dê li salonên sînemayê û gelek cihên sergirtî û servekirî yên bajêr jî bêne nîşandan. Mihrîcan dê bi hevpeyvîn û panelên li ser sînemayê heta 1’ê cotmehê bidome.