Li Amedê Turnuvaya Tenîsê dest pê kir

Li Amedê Turnuvaya Tenîsê dest pê kir

2’emîn Turnuvaya tenîsê ya ku ji aliyê Kûluba “Diyarbakir Buyukşehîr Belediyesporê” ve tê organîzekirin dest pê kir.

Turnuvaya ku li Parkormani dest pê kir 29 jin, 79 mêr bi giştî 108 kesî serî lê da. Turnuvaya ku ji her beşî û di ser temenê 15’yî de serlêdan çêbû dê bi 56 maçan pêk bê û dê 11 rojan bidome.

Serokê Kûluba Buyukşehîr Belediyesporê Metîn Kilavuz ku starta vekirina turnuvayê da ji ciwanan re serkeftin xwest. Kilavuz da zanîn ku dema mirov li pêvajoyê dîrokî dinêrin eleqeya ji bo spor û hunerê bi serkeftina civakê re eyniye û got ew wekê kulubê girîniyê didin vê.

Kilavuz destnîşan kir ku li bajar 450 hezar şêniya ciwan heye û got ku ji bo ev nifûs zêdeti aktîf tevli jiyana civakê bibe aktîvîteyên spor û hunerê girîng in. Kilavuz wiha got: “Ligel faliyetên sporê yên kesane yên girseyî gelek girînin. Di mehên havînê de li parkan spor tê kirin. spor tenê bi futbolê ne sînore. Di gelek branşan de spor heye. Li gorî me spor, jin, ciwan, tenîs û birê ye.”